Rojnameyên erebî: Xwepêşandêran bang li Debîbe kir ku desthilatê radestî Başaxa bike

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine behsa nakokiya di navbera hikumetên Debîbe û Başaxa de li Lîbya, xitimîna siyasî li Iraqê û rewşa Afrîkayê kir.

Rojnameyên erebî: Xwepêşandêran bang li Debîbe kir ku desthilatê radestî Başaxa bike
20 tebax, 2022   08:06
NAVENDA NÛÇEYAN

‘XWEPÊŞANDÊR BANG LI DEBÎBE DIKIN KU DESTHILATÊ RADESTÎ BAŞAXA BIKE’

Têkildarî rojeva Lîbyayê rojnameya Şerq El Ewset wiha nivîsî: "Xwepêşandêrên 'çalakiyên herêma rojava, fermandariya siyasî, leşkerî û civakî' ji serokê ‘Hikumeta Wehde’ Ebdulhemîd Debîbe xwest ku desthilatê radestî hikumeta Başaxa bike.

Piştre şeva berê bi daxuyaniyekê bang li dawîkirina merheleyên demkî kir, her wiha bang li hikumeta Başaxa kir ku pabendî nexşerêya dema wê diyar bibe, hilbijartinên parlamentoyê û serokatiyê yên pêşwext li dar bixe. Xwepêşandêran banga derxistina hêzên biyanî ji bendera Sîdî Bîlal a li herêma Werşefane ku Lîwa 52 kontrol dike kir, her wiha banga rakirina hemû sazûmaniyên leşkerî yên çekdar kir.

Xwepêşandêran banga derketina nûnera neteweyî ji welat kir, ew jî piştî ku wê hişta welat bikeve krîzekê û negihîşt hilbijartinên qanûnsaz û serokatiyê yên demokrat."

‘ÇARÇOVEYA HEMAHENGIYÊ ALÎKARIYÊ JI EREBISTANA SIÛDÎ DIXWAZE’

Der barê rewşa Iraqê de, rojnameya El Ereb wiha nivîsî: "Çavkaniyên iraqî yên şopîner da zanîn ku serokê Şepêşa Hikme û fermandarê Çarçoveya Hemahengiyê Emar El Hekîm bi rêya serdana xwe ji Erebistana Siûdî re hewl da alîkariyê ji Riyadê wergire ku zextê li serokê Şepêla Sedr Muqteda Sedr bike ku li helwestên xwe yên rakirina parlamentoyê û pêkanîna hilbijartinan vegere. Her wiha nayê zanîn ku çi xwesteka ku El Hekîm bi xwe re ji Erebistana Siûdî re aniye da ku zextê bi rêya wê li Sedr bike û bihêle beşdarî diyaloga nîştimanî bi pîvanên îranî bibe, li kêlek wê jî asta bersivdana Erebistana Siûdî ya navbeynkariya di nakokiyên hundirîn de li ser rêbaza rêvebirina krîza siyasî nehat zanîn.

El Hekîm dizane ku wergirtina helwesta Erebistana Siûdî ya zelal ji Sedr an jî ji bilî wê mijareke zehmet e. Riyad têkildarî dosyayên hundirîn ên iraqî bi hişyarî dide û distîne û naxwaze diyar bie ku bi vî alî yan bi wî alî re ye, bi taybet nakokî di hundirê yek etnîkê de ye.

El Hekîm got wî bi mîrê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman re li ser "pêşdeçûnên li qada Iraqê" nîqaş kir."

‘LI AFRÎKAYÊ BIRÇÎBÛN GEFÊ LI 22 MILYON MIROVÎ DIXWE’

Li ser rewşa Afrîkayê jî rojnameya El Beyan wiha nivîsî: "Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP) ya NY´yê duh hişyarî li ser birçîbûnê da, ku dê bi Îlonê re gefan li 22 milyon mirovên li Afrîkayê bixwe û bi wê re xeteriya tunebûna ewlehiya xwarinê ya bi sedema hişksaliyê zêde bibe.

WFP´ê destnîşan kir ku ji dawiya 2020´an ve baran pir kêm bariye, bi wê re hişksalî ji beriya 40 salî ve mezintir e, wê jî hişt bi milyonan pez tune bin, berhem têk biçin. Herêmên li Kenya, Somal û Etiyopya di xeta birçîbûnê de ne û zêdetirî milyonek mirov malên xwe ji bo lêgerîna li av û xwarinê hiştin.

Destpêka îsal, WFP´ê hişyarî da ku 13 milyon kes li Afrîkayê azarên tunebûna xwarinê bi sedema hişksaliyê dikişînin.

Li gorî WFP´ê, bi hatina nîvê salê re û piştî destpêkirina operasyona leşkerî ya Rûsyayê li Ukranyayê madeyên xwarin û sotemeniyê buha bûn, bi wê re hejmara kesên bi birçîbûnê re rû bi rû ne, bû 20 milyon.

WFP´ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku tê texmînkirin ev hejmar bi hatina Îlonê re bigihêje 22 milyon kesî."

(fr)