Komxebata NLK’ê dest pê kir

Navenda Lêkolînên Kurdî bi beşdariya zêdetirî 200 delegeyan komxebata diyalogê li dar dixe. NLK hewl dide astengiyên li pêş QSD´ê û Rêveberiya Xweser diyar bike û çareseriyên gengaz li gel guhartinên navneteweyî pêşkêş bike.

Komxebata NLK’ê dest pê kir
20 tebax, 2022   08:39
HESEKÊ

Navenda Lêkolînên Kurdî (NLK) bi navê "Siyasetên dagirkeriyê û hegemonyaya Tirkiyê gefan li ewlehî û îstîqrara herêmê dixwe û terorê zindî dike" li bajarê Hesekê komxebatekê li dar dixe.

Komxebat li Navenda Serdem a Çandê ya li Hesekê tê lidarxistin û tê payîn rojekê bidome. Di komxebatê de 200 delege ji siyasetmedar, rewşenbîr, nûnerên saziyên civaka sivîl, rûspî û şêxên eşîrên Ereb û Kurdan, fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û şandeyeke Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi serkêşiya hevseroka MSD`ê Emîne Omer û şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade ne.

NLK hewl dide geşedanên siyasî û meydanî yên di qonaxa heyî de li Sûriyê û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê binirxîne û balê bikişîne ser astengiyên li pêş QSD´ê û Rêveberiya Xweser û çareyên gengaz li hember van astengiyan pêşkêş bike û li gel guhartinên navneteweyî ji wan astengiya rizgar bike, nexasim piştî civînên Tehran û Soçiyê.

Dê komxebat li ser 3 rûniştinan be; di rûniştina yekemîn de dê destpêkirina komxebat û axaftinên mêvanan be, ya duyemîn semînerên bi sernavên "Têkiliyên di navbera dewleta Tirk û DAIŞ´ê de" be û ya sêyemîn encamname û çareyên ji komxebatê derdikevin be.

Di rûniştina duyemîn de, dê cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd, endama Fermandariya Giştî ya YPJ´ê Nûjîn Dêrik, nivîskarê iraqî Elî Seraf, nivîskar û lêkolînerê sûdanî Muitesim El Haris El Dorî, rojnameger û lêkolînerê siyasî Xesan Îbrahîm, nivîskar Ehmed Yûsif û siyasetmedara sûrî Norşan Hisên dê biaxivin.

Gerînendeyê Navenda Kurdî ya Lêkolînan Newaf Xelîl ku bi rêya online tev li komxebatê bû, axaftina destpêkê kir.

Komxebat bi axaftinên mêvan dewam dike.

(fr)

ANHA