Rojnameyên erebî: Hêzên hikumeta Şamê yên li Derayê hatin belavkirin

Rojnameyên erebî yên vê sibehê, behsa rewşa li Derayê, hewldanên Urdinê yên geşkirina têkiliyên xwe bi Îranê re û rewşa Iraqê kir.

Rojnameyên erebî: Hêzên hikumeta Şamê yên li Derayê hatin belavkirin
19 tebax, 2022   07:31
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ARMANCKIRINA DEWRIYEYEKE RÛSÎ LI DERA Û VEKIŞÎNA SEWQIYETÊN REJÎMÊ’

Der barê rewşa Sûriyê de rojnameya Şerq El Ewset ev tişt nivîsî: "Duh sibehê di dema derbasbûna dewriyeyeke polîsên leşkerî yên Rûsyayê di rêya Şam-Derayê re li nêzî pira Dail û Xirbet Xezalê de mayînek teqiya, lê tenê zirarên madî çêbûn. Her wiha piştî wê hêzên rejîma Sûriyê li herêmê belav bûn û çûn û hatina erebeyan kontrol kir.

Çavkaniyên ji bajarokê Tefes got hêzên rejîmê sibeha pêncşemê ji nuqteyên di vê dawiyê de li başûrê rojavayê Derayê bi cih bûbûn, vekişîn. Her wiha ji nuqteyeke leşkerî ya di avahiya saziya çîmentoyê ya kevn a li başûrê bajêr de jî vekişîn. Ew yek piştî pêkanîna bendên lihevkirina di vê dawiyê de di navbera fermandarên herêmî û komîteya ewlehiyê ya girêdayî rejîma Sûriyê li Derayê de çêbûn, pêk hat.

Rûspiyên Tefesê û serokên komîteya ewlehî û leşkerî ya rejîmê li Derayê şeva çarşemê civînek li dar xist, tê de banga vekişîna sewqiyetên leşkerî yên di vê dawiyê de li derdora Tefesê kom bûne, kir."

‘URDIN JI BO BERJEWENDIYÊN LI SÛRIYÊ Û IRAQÊ HEWL DIDE BI ÎRANÊ RE LI HEV BÊ’

Li ser têkiliyên Urdin-Kendavê rojnameya El Ereb wiha nivîsî: "Urdin dibîne ku nêzbûna hişyar bi Îranê re şansek e ku bala dewletên Kendavê ku destekê didin wê da ku ji krîza aborî derkeve, dikişîne. Ew yek dihêle Urdin destkeftiyên cidî pêk bîne.

Aliyên urdinî dibêjin ku Urdin ku ji pêşdeçûnên herêmî yên taybet bi dosyaya aştiyê bi Îsraîlê re û hevbendiya bi DYA´yê re hatibû paşguhkirin, niha li cihekî herêmî digere da ku bi rêya wê xwe nîşan bide ku bi bandor û aktîf e û li gel wê belge hene ku hevalbendiyan çêke û berisvê bide kesên rola wê nabînin.

Ev alî destnîşan dikin ku lihevkirina bi Îranê re berê ji aliyê Urdinê ve qedexe bû, bi taybet şahê Urdinê Ebdullah El Sanî hişyarî li ser xetereya Îranê li herêmê dabûn, mîna hişyariya li ser Hîlala Şîe ku ji Îranê dest pê dike û di Lubnan, Iraq û Sûriyê re derbas dibe."

‘SEDR: DIYALOGA NÎŞTIMANÎ BÊ SÛD E’

Li ser rewşa Iraqê jî rojnameya El Beyan ev tişt nivîsî: "Hêzên Guhartina Sivîl a Demokratîk duh banga avakirina hikumeta Iraqê, rakirina parlamentoyê û pêkanîna hilbijartinên pêşwext ên azad kir. Li aliyekî din jî Salih Mihemed El Iraqî li ser navê serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr encamên civîna diyaloga nîştimanî ya Iraqê rexne kirin û got bê sûd in.

Salih Mihemed El Iraqî bi daxuyaniyekê got: "Civîna we ya nepen ji me re ne girîng e. Ji ber ku piranî beşdaran hewl da şoreşê biçûk bikin û ji xwestekên wê yên rewa dûr bikevin."

Salih Mihemed El Iraqî da zanîn ku gel ji civînên girtî û nepen ku xwestekên wî yên rewa pêk naynin, sûdê nagire. Divê civîn zindî bûya."