Lihevkirina nukleerî bi Tehranê re dûr e

Li gel israra Îranê li ser xwestekên xwe yên têkildarî peymana nukleerî, çavdêr bi dûr dixin ku Îran û DYA nakokiyên têkildarî doza nukleerî derbas bikin û bikevin dozên herêmî.

Lihevkirina nukleerî bi Tehranê re dûr e
19 tebax, 2022   07:14
NAVENDA NÛÇEYAN-GÎVARA ŞÊX NÛR

Çavdêran gera dawî ya dan û standinên li ser bernameya nukleerî ya Îranê ya di navbera berpirsên mezin ên îranî û amerîkî de bi xweşbîniyeke şiyar wesif kir.

4`ê Tebaxê li Viyanayê dan û standinên ji bo hewlên vejandina peymana 2015´an ku serokê amerîkî yê berê Donald Trump bi yekalî jê vekişî û cezên aborî yên tund li ser Îranê birîn, dest pê kirin. Tehran jî bersiv da ku ji nû ve bernameya wê ya nukleerî dest pê bike. Li gorî Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA), Îran ji nuqteya hestiyar ve nêz dibe. Ji ber li gel wê madeyên xort hene ku dikarin çekên nukleerî derxin.

Dezgehên çapemeniyê yên fermî yên îranî bi bîr xist ku berpirsê mezin ê dan û standinên nukleerî yên îranî Elî Baqirî Kenî bi nûnerê YE´yê Enrique Mora re ku dan û standinên neyekser di navbera Tehran û Washingtonê de ji bo vejandina peymana nukleerî li dar dixe, civiya. Ew jî piştî serokê siyaseta derve ya YE´yê Josep Borrell gavên ji bo rizgarkirina peymanê pêşniyar kirin, pêk hat.

Li kêlek wê jî berpirsê mezin ê rûsî yê têkildarî dan û standinên vejandina peymana nukleerî bi Îranê Mikhail Ulyanov ku beşdarî dan û standinan bûye, ji rojnamevan re li derveyî qesra Coburg a li Vinayayê roja yekşemê got dan û standin ber bi aliyên rast ve diçin. Enrique Mora jî diyar kir ku ew li ser pêşketinên heta niha çêbûne "xweşbîn e", wê jî hêviyên lihevkirinê çêkirin.

Di Adara borî de û piştî 11 mehan ji dan û standinên neyekser di navbera Tehran û Washingtonê de lihevkirin nêz bûbû, lê ew dan û standin dema Îranê ji DYA´yê xwest ku Pasdarên Şoreşger ji lîsteya rêxistinên "terorîst" were derxistin, têk çûn.

Rojnameya Financial Times a brîtanî li ser zimanê dîplomatekî ragihand: "Astengiya sereke li pêş gihandina lihevkirinê israra Îranê ku rêveberiya Joe Biden garantiyên têkildarî taybetmendiyên aborî wergire. Ji ber Tehran texmîn dike ku bi wê re ceza li ser wê sivik bibin, her wiha metirsiyên wê hene ku rêveberiya Amerîka di pêşerojê de ji yekalî ve dev ji peymanê berde."

Dîplomat got: "DYA´yê li ser dirêjkirina demê ji bo derketina şîrketên biyanî yên li Îranê dixebitin erê kir, ew jî ger ji nû ve cezayên girêdayî nukleerî hatin ferzkirin. Di vê demê de dema ji bo derketina şîrketan di navbera 90 heta 180 rojî ye. Lê li ser demeke diyar lihevkirin çênebû. Lê DYA´yê dikare garantiyên herî baş pêşkêş bike."

Ne diyar e ku Îran û DYA´yê dê bikaribin nakokiyên xwe yên doza nukleerî derbas dikin çareser bikin, ew jî dozên herêmî ne ku ji Iraqê heta bi Yemen, Sûriyê, Lubnan û Filistînê ne. Her wiha Kemal Xerazî ku yek ji şêwirmendên serokê Îranê yê bilind Elî Xaminey got welatî wî tu carî li ser bernameya wî ya moşekan û siyasetên xwe yên herêmî dan û standinan nake.

Têkildarî mijarê nivîskarê taybet bi têkiliyên navneteweyî Nebîl Necmedîn bi dûr xist ku Îran û DYA´yê nakokiyên heta peymana nukleerî ya nû yan jî ya kevin îmze kirin, derbas bikin. Murşidê Îranê Elî Xaminey dibêje hebûna herêmî hêzeke stratejî û neteweyî ya mezin dide wan û îranî texmîn dikin ku ev serweriya stratejîk û hebûna herêmî nabe bazarî li ser werin kirin.

Piştî vekişîna DYA´yê ji peymana nukleerî di 2018´an de, Tehranê berhema derxistina uranium zêde kir. li ser vê yekê pisporên nukleerî dibêjin êdî ew yek nêzî çêkirina çeka nukeerî bûye. Kemal Xerazî jî got Tehran dikare bombeya nukleerî çêke, lê hîna biryara wê nedaye.

TEHRAN BI RÊBAZÊN PÊŞKETÎ BAZARAN DIKE

Pispor diyar dikin ku Washington ku bi nakokiya bi Rûsya û Çînê re mijûl e, hewl dide lihevkirineke lezgîn têkildarî dosyaya nukleerî ya Îranê li Viyanayê pêk bîne, da ku barên rêveberiya Amerîkayê sivik bike.

Bi wê re û di encama krîza enerjiyê de ku li ser tevgera Rûsyayê li Ukraynayê çêbûye, êdî pêdiviya ewropiyan bi gaza Îranê heye, bi taybet bi nêzbûna zivistanê re. Ji ber wê Tehran hewl dide vê derfetê bi rêya ferzkirina şertên zêde qezenc bike.

Berpirsekî îranê yê mezin ji Reutersê re li ser îmzekirina peymana nukleerî got: "Em di vê mijarê de ne bi lez in."

Her wiha berpirsê îranî ev tişt lê zêde kir: "Em petrola xwe difiroşin û bi gelek dewletan re bazirganiya me heye, her wiha bi dewletên cîran re jî heye. Bernameya me ya nukleerî bi pêş dikeve. Çima em ê gav bi paş de biavêjin?"

Li ser israrkirina Tehranê ya xwestekên xwe Necmedîn wiha got: "Di rastiyê de, Tehran dibîne ku hebûna nivîseke dawî li ser maseyê, ne tê wateya qebûlkirinê li gel gelek xalên asê mane. Ji ber wê çavdêr dibêjin ku axaftina serokê Îranê Îbrahîm Reîs bi hempîşeyê xwe yê Fransayê Emmanuel Macron re li ser bandorên neyênî yên reşnivîsa biryarê, tu alîkariyê di pêşxistina helwesta dan û standina îranî de nake. Her wiha Îran bi rêbazên pêşketî bi kartên dan û standinê dilîze. Ji ber aliyê din ji bo berjewendiyên xwe ne zelal e. Divê têkildarî girêkbûna helwestê Îsraîl neyê bidûrxistin. Ji ber tiştekî mezin di navbera Tehran û Til Evîvê de dibe."

Wezîrê karên derve yê Îranê got Tehran hewl dide peymana nukleerî ya 2015´an vejîne. Lê serketina van dan û standinan xwe dispêre nermbûna Washingtonê. Li ser xwezaya vê nermbûnê Necmedîn ev tişt anî ziman: "Bê guman berpirsê mezin ê îranî di dan û standinan de bi xwesteka xwe ya ragihandina IAEA ya girtina dosyaya nukleerî ya Îranê bi awayekî dawî ve girêdayî ye û îranî israr dikin ku li madeya 9´an a peymana 2015´an vegerin. Ev xwestek ji bo îraniyan ya bingehîn e û pirî caran ragihand ku ew li ser van du bendan tawîzan nakin. Têkildarî aştiya bernameya nukleerî ya Îranê aliyê Îranê got projeya nukleerê ya Îranê projeyeke ji bo karên aştiyane ye û rojava israr dikin ku vê projeyê berovajî vegerînin anku neyênî bikin."

Ger lihevkirin li ser peymanê bi Tehranê re çênebû, Necmedîn deştnîşan dike ku li gel pêşdeçûnên navneteweyî yên di navbera Ukrayna û Rûsya, nakokiya navbera Çîn û DYA´yê de li Taiwanê dê Îran ji van hemû nakokiyên herêmî bi qezenc derkeve. Ji ber wê her heta niha du aliyan li ser peymana nukleerî ya Îranê li hev nekir. Herêma Kendavê jî dê bikeve nakokiya siyasî ku ji nakokiya stratejîk ve nêz dibe.

(fr)

ANHA