ENKS hewl dide koçberên li Başûr bişîne Efrîna dagirkirî

Hate zanîn ku ENKS û bi taybet jî Abdulhekîm Beşar, bi malbatên ji Rojava yên li kampên Başûrê Kurdistanê re civînan çêdike da ku wan bişîne Efrîna dagirkirî.

ENKS hewl dide koçberên li Başûr bişîne Efrîna dagirkirî
19 tebax, 2022   08:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Di demekê de ku dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefên êrişên dagirkirine dixwe, ENKS û Abdulhekîm Beşar hewl didin pênaberên ji Rojavayê Kurdistanê yên li kampên li Başûrê Kurdistanê dimînin, bişînin Efrîna dagirkirî û ciwanan jî tev li çeteyan bikin.

Li gorî çavkaniyên ajansa me ji me re ragihandiye, (ENKS) û bi taybet jî rêveberê ENKS’ê û damezirînerê PDKS’ê Abdulhekîm Beşar, ketine nava hewldanan da ku malbatên li kampên Domîz û Gewrebiskê yên Başûr û nemaze malbatên nêzî ENKS bibin Efrîna dagirkirî û ji bo vê yekê jî bi dewleta Tirk re kar dikin.

ENKS û Abdulhekîm Beşar bi vê yekê dixwazin bidin nîşandan ku Efrîn qaşo aram e û bi van rêbazan dixwaze sûcên dagirkeran veşêre.

Duh (18`ê Tebaxê) Abdulhekîm Beşar li kampên navborî civîn çêkirin da ku malbatên ku ji Qamişlo û Dêrikê yên beriya sala 2012`an çûne Başûrê Kurdistanê, bibin Efrînê û ciwanan wan jî tev li çeteyan bikin.

Hêjayê bibîrxistinê ku ENKS ne tenê di “Meclîsa Sivîl a Efrînê” de ku ji aliyê MÎT’ê ve li Dîlokê hatibû avakirin, her wiha di nava polîsên çeteyên girêdayî dewleta Tirk de jî cih digire. Gelek perwerdeyên ku ji aliyê MÎT`ê ve li Efrînê tên lidarxistin, ENKS cihê xwe tê de digire.

ANHA