Zelal Ceger: Tenê em bersiva êrişan didin, projeya me ya Sûriyeya demokratîk ji bo hemû pêkhateyan e

Zelal Ceger di Konferansa 8`emîn a Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê de axivî û da zanîn ku bêdengiya hemû aliyan li hemberê êrişên dewleta Tirk a dagirker ji ber berjewendiyên wan in û got: "Tenê em li hember êrişan disekinin. Em ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk ji bo tevahî pêkhateyan dixebitin."

Zelal Ceger: Tenê em bersiva êrişan didin, projeya me ya Sûriyeya demokratîk ji bo hemû pêkhateyan e
17 tebax, 2022   10:48
 ŞEHBA

Vê sibehê li hola Mîtan a li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê, bi dirûşmeya "Li ser şopa şehîdan bi şerê gel ê şoreşgerî em ê bi ser bikevin" Konferansa 8`emîn a Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê bi amadebûna 250 delgeyî hat lidarxistin.

Di konferansê de endama Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Ceger axivî.

Zelala Ceger di destpêka axaftina xwe de, lidarxistina Konferansa 8`emîn a Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê li tevahî berxwedêr û malbatên şehîdan pîroz kir û wiha got: "Berî her tiştî di şexsê heval Ezîz Ereb de em tevahî şehîdên şoreşê bi bîr tînin, van hevalan tova yekemîn li ser xaka Kurdistanê çand."

ŞOREŞA ROJAVA BERHEMA BERXWEDANA RÊBER OCALAN E

Zelal Ceger wiha domand: "Şoreşa ku temenê xwe nêzî 50 salî ye, ku ji rêber Apo dest pê kiriye û heta roja îro berdewame ne pêkan e bi bin bikeve. Hebûna me; gelê Kurd di vî welatî de ye. Ev xaka me ye, em li hember hemû astengiyan li ber xwe bidin.  Li ser vê yekê rêber Apo dibêje; dema min berê xwe de Ewropa min ji bo doza Kurd deriyê çareseriyê ava kir. Rêper Apo bi berxwedana xwe ev yek bi ser xist û Şoreşa Rojava jî xwe dispêre berxwedana rêber Ocalan."

Zelal Ceger diyar kir ku dagirkerî tiştekî demkî ye, dibe ku dilê mirov biêşîne ku ji mal û welatê xwe bi dûr ketiye û wiha pê de çû: "Lê em di wê baweriyê de ne ku em ê bi berxwedaniyê xaka xwe rizgar bikin û lê vegerin, ji ber dagirkerî tiştekî demkî ye."

HER KES BÊDENG E, TENÊ EM LI HEMBER ÊRIŞAN LI BER XWE DIDIN

Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Zelal Ceger wiha dirêjî da axaftina xwe: "Îro bi keda keç û xortên vî welatî ev dîrok tê nivîsandin. Dewleta Tirk a dagirker ji ber ku Tevgera Azadiya Kurdistanê ne tenê ji bo gelê Kurd tê dikoşe, ji bo tevahî gelên bindest e, gefên dagirkirina welatê me dixwe. Ji ber gelê herêmê xwe dispêre felsefe û fikrê rêber Apo, dagirkerî dixwaze me ji holê rake."

Li ser rewşa heyî, Zelal Ceger ev tişt got: "Rûsya û Amerîka li hember gef û êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê bêdeng in, ji ber berjewendiyên van dewletan e ku li hember êrişan bê deng bimînin. Li kêlek wê jî, hikumeta Şamê bêdeng e. Tenê em li hember êrişan disekinin. Bêîstîqrariya ku li herêmên me tê jiyîn yek sebeba wê heye; Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi dawî nebûye, bidawînebûna şer jî sedema wê bisernexistina berjewendiyên xwe di Rojhilata Navîn de ye, şerê heyî şerê Rûsya û Amêrîka ye. Şerê dewletan li hemberî hev du ye."

EM JI BO PÊKANÎNA SÛRIYEKE DEMOKRATÎK JI HEMÛ PÊKHATEYAN RE KAR DIKIN

Zelal Ceger li ser pêkanîna herêmeke biistiqrar wiha anî ziman: "Em ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk ji hemû pêkhateyan re dixebitin, ne tenê ji Kurdan re, ji ber vê yekê nakokî di navbera me û dewletan de derdikevin.  Ji lew re dewleta Tirk îsrar dike ku bi hikumeta Şamê re li dijî me li hev bike. Rastiya vê yekê di êrişan de xuya dike, ger hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser li hev bikin wê dewletên dîtir nikaribin berjewendiyên xwe pêk bînin."

Konferans hîna berdeawm e. Li gorî bernameya konferansê, dê raporên du salan ên xebatê meclisê bên xwendin, rêziknameya wê were erêkirin û hevserokên nû yên Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê bên hilbijartin.

ANHA