​​​​​​​Parlamentoya Îranê têkildarî geşedanên dan û standinên nukleerî civiya

Rûniştina parlamentoya Îranê ya têkildarî geşedanên dawîn ên dan û standinên nukleerî bi awayekî girtî dest pê kir.

​​​​​​​Parlamentoya Îranê têkildarî geşedanên dan û standinên nukleerî civiya
17 tebax, 2022   10:29
 NAVENDA NÛÇEYAN

Rûniştina girtî ya parlamentoya Îranê îro bi amadebûna sekreterê Meclisa Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Şemxanî û wezîrê karên derve Huseyîn Emîr Ebdullehyan û berpirsê dan û standinên Îranê Elî Baqirî û serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê Mihemed Îslamî, dest pê kir.

Tê payîn ku di rûniştinê de geşedanên di dan û standinên nukleerî de bên nîqaşkirin. Li gorî tora Rusya Todayê, parlamenter tekezî li ser girîngiya mîsogerkirina berjewendiyên welat û parastina xetên sor ên Îranê dikin.

Berdevkê Komîteya Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Parlamentoya Îranê ji kanaleke televîzyonê re got: "Pêşniyarên nû ji aliyê Ewropayê ve ji bo Komara Îslamî ya Îranê hatin kirin, me jî pêşniyarên  xwe ji aliyên ewropî re pêşkêş kirin."