Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê banga hevgirtin û bersivdayîna êrişan li gel kir

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê êrişên delweta Tirk a dagirker li ser herêmê û bêdengiya navneteweyî şermezar kir û banga hevgirtin û mezinkirina têkoşînê li hember êrişan li gel kir.

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê banga hevgirtin û bersivdayîna êrişan li gel kir
17 tebax, 2022   10:27
KOBANÊ

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê îro li Qada Jina Azad a bajarê Kobanê daxuyaniyek da. Tê de êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin, ku di encamê de hejmareke welatiyan şehîd û birîndar bûn.

Hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Rêveberiyê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Xalid Cerade daxuyanî xwend. Bi dehan rêveber û endamên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, Saziyên Civaka Sivîl û malbatên şehîdan amade bûn.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk bi armanca dagirkeriyê, Sûriyeyê wêran dike û hate gotin, "Armanca dewleta Tirk têkbirina projeya me ya neteweya demokratîk e, ku gelên Sûriyeyê hemûyan vedihewîne."

Di daxuyaniyê de işaret bi piştgiriya dewleta Tirk a bi komên çete û DAÎŞ'ê hate kirin û hate gotin, "Bi hêzên xwe yên bejahî û hewayî êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Dewleta Tirk seranserê sînorê herêmê topbaran dike û di encamê de hejmareke welatî şehîd û birîndar dibin.

Artêşa Tirk a dagirker roja duşemê (15`ê Tebaxê) bajarokên Dirbêsiyê û Amûdê û gundewarên wan topbaran kirin, di encamê de 3 welatî birîndar bûn.

Roja sêşemê (16`ê Tebaxê) jî taxên bajarê Kobanê û gundên wê yên sînorî bi topavêj û çekên giran ji aliyê baregehên artêşa Tirk a dagirker ve hatin topbarankirin. Di encamê de zarokê 14 salî şehîd bû û 5 welatiyên ku yek ji wan jin bû birîndar bû. Her wiha balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker gundê Sinciq Sedûn ê girêdayî navçeya Amûdê bombebaran kir, di encamê de 4 welatî şehîd bûn.

Di dewama daxuyaniyê de êrişênd dewleta Tirk a faşîst û bêdengiya navneteweyî û rêxistinên hiqûqî û dewletên garantor û di serî de Amerîka, Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî hat şermezarkriin û ew alî wekî berpirsên êrişên li dijî herêmê û sûcên şer û qirkirinê hatin dîtin.

Her wiha bang li hêzên navneteweyî, dewletên garantor û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku dawî li bêdengiya xwe bînin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê herêmê û tevahî gelên azadîxwaz hat kirin ku hevgirtî bin û têkoşînê mezin bikni da ku rê li dagirkeriya Tirk û kirinên wî yên derqanûnî û derexlaqî yên li hember gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bigirin.

ANHA