​​​​​​​Şêx Mihemed El Neîmî: Divê Şam li hember êrişên Tirkiyê helwesteke cidî bigire

Serokê eşîra Neîm a Tebqayê Mihemed El Neîmî, bêdengiya hikumeta Şamê ya li hember êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kir û bang li wê û Meclisa Ewlehiyê kir ku van êrişan rawestînin.

​​​​​​​Şêx Mihemed El Neîmî: Divê Şam li hember êrişên Tirkiyê helwesteke cidî bigire
17 tebax, 2022   04:37
TEBQA – SELAM KÊRWAN

Hikumeta Şamê heta niha tu helwestên cidî li hemberî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  nedaye, hemwextî wê jî gefên dagirkirina xaka Sûriyê zêdetir dibin.

Girêdayî mijarê, serokê eşîra Neîm a Tebqayê, şêx Mihemed El Neîmî diyar kir ku dewleta Tirk êrişên xwe bi hemû cureyên çekan û bi bihaneya parastina ewlehiya xwe ya neteweyî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.

El Neîmî domand: “Em wek rûspiyên eşîrên Ereb dibînin ku Minbic û Til Rifet tu carî metirsiyê nadin ewlehiya neteweyî ya Tirk, lê belê herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de bûne herêmên ne ewle û bûne çavkaniya terorê û navenda vejandina DAIŞ’ê û serçeteyên wê.”

El Neîmî diyar kir ku zêdebûna gef û êrişan dewleta Tirk a dagirker bi armanca pêkanîna planên Osmaniya nû li herêmê ye.

Şêx Mihemed El Neîmî îşaret pê kir ku tevî êrişên artêşa Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bikaranîna çekên qedexekirî, rêxistinên mafên mirovan û hikumeta Şamê li hember vê yekê bêdeng in û wiha axaftina xwe domand: “Ji bo parastina sînorê Sûriyê QSD’ê bi hikumeta Şamê re li hev kir, lê heta niha me tu helwestên cidî ji aliyê hikumeta Şamê ve li hember êrişên dagirkeriya Tirk û binpêkirinên wê nedîtine.”

El Neîmî bang li Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û ji bo rawestandina sûc û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwestên cidî bigirin.

Di dawiya axaftina xwe de, serokê eşîra Neîm a Tebqayê, şêx Mihemed El Neîmî Niêmî bang li hikumeta Şamê kir ku xwedî li erkê parastina sînor derkeve û li hember êrişên li ser xaka Sûriyê helwesteke cidî bigire.

 (mh)

ANHA