​​​​​​​Şêniyên Çilaxa şehîd Ehmed Esaf oxir kir

Şêniyên navçeya Çilaxa cenazeyê şervanê Erka Hêzên Xweparastinê, Riyad Ehmed Esaf oxir kir. Di merasîmê de soza şopa xeta şehîdan û tolhildana wan hate dayîn.

​​​​​​​Şêniyên Çilaxa şehîd Ehmed Esaf oxir kir
​​​​​​​Şêniyên Çilaxa şehîd Ehmed Esaf oxir kir
​​​​​​​Şêniyên Çilaxa şehîd Ehmed Esaf oxir kir
​​​​​​​Şêniyên Çilaxa şehîd Ehmed Esaf oxir kir
​​​​​​​Şêniyên Çilaxa şehîd Ehmed Esaf oxir kir
​​​​​​​Şêniyên Çilaxa şehîd Ehmed Esaf oxir kir
16 tebax, 2022   17:59
QAMIŞLO.

Şêniyên navçeya Çilaxa cenazeyê şervanê Hêzên Hêzên Xweparastinê Riyad Ehmed Esaf ê ku di encama êrişeke balafira bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk de şehîd bûye, oxir kir.

Şêniyan ji bo pêşwazîkirina cenazeyê şehîd li çerxerêya Şehîd Mahsûm a li navenda navçeya Çilaxa kom bûn û ji bo merasîmê berê xwe dan qada geracê.

Di destpêka merasîmê de endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê, Qehreman Hemî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û tevahî şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn.

Hemî wiha axivî: “Bi saya fedakariya şehîdan û hevgirtina wan di eniyên şer de, teror têk çû. Îro jî mil bi mil li hember dewleta Tirk a dagirker a ku hewl dide gelên Sûriyê tune bike, disekinin.”

Ji fermandarên QSD’ê, Mihyedîn Xêrkî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hedefgirtina hêzên wan ên leşkerî û gundên sivîlan didomîne, ji ber wê jî şêniyên herêmê li kêleka hêzên xwe yên leşkerî di yek xendeqê de li hember wan êrişan in.

Xêrkî wiha domand: “Em wek QSD’ê me êrişî tu hêzên girêdayî dewleta Tirk nekiriye, lê em ê di çarçoveya mafê parastina rewa de li hember van êrişan bêdeng nemînin û em ê tola şehîdên xwe hildin.”

Piştre, wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Apê şehîd, Hisên Elî Esaf spasiya beşdarên merasîmê kir û destnîşan kir ku hevgirtina pêkhateyên herêmê rêya yekane ya têkbirina siyasetên dagirkeriya Tirk e.

Di dawiya merasîmê de şêniyan cenazeyê şehîd ber bi Goristana Şehîd Dilşêr a navçeya Tirbespiyê bi rê kirin û wê li wir were veşartin.

 (mh)

ANHA