​​​​​​​Riyad Derar û Sîhanok Dîbo: Lihevkirina Edene dagirkeriyê rewa dike

Hevserokê MSD`ê Riyad Derar “lihevkirina Edene ya guhertî”, wekî bihaneyek ji bo dagirkirinê bi nav kir. Endamê Meclisa Serokatiya MSD`ê Sîhanok Dîbo jî lihevkirin, wek serîtewandineke giştî û binpêkirina serdestiya Sûriyê bi nav kir. Her duyan ji ber senaryoyên xeter û wêranker a vê lihevkirinê li Sûriyê, hişyarî da.

​​​​​​​Riyad Derar û Sîhanok Dîbo: Lihevkirina Edene dagirkeriyê rewa dike
17 tebax, 2022   01:50
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BERAKAT

Di 20`ê Cotmeha 1998`an de, Tirkiyê û Sûriye “lihevkirina Edene” îmze kir. Lê ev lihevkirin di protokolên navneteweyî û NY`yê de nehat tomarkirin. Her wiha li ser parlamentoya Sûriyê jî nehatin pêşkêşkirin ruxmî ku li gorî destûra Sûriyê beriya ku lihevkirinek bikeve meriyetê divê parlamento wê erê bike. Lihevkirin dema desthildariya Suleyman Demîrel û serokwezîr Mesût Yilmaz û wezîrê karên derve Îsamîl Çîmen û serokkomarê Sûriyê Hafiz El Esed de hat îmzekirin.

Armanca sereke ya lihevkirinê, tunekirina gelê Kurd û têkoşîna wî, Tevgera Rizgariya Kurdistanê û rêber Abdullah Ocalan e ku li dijî dewleta Tirk a dagirker tê dikoşe.

“Lihevkirina Edene” li gorî perspektîfên Tirkiyê piştî ku hêzên xwe li seranserî sînorên Sûriyê kom kirin û gefa destwerdana Sûriyê xwar hat îmzekirin.  

Ji bendên sereke yên lihevkirinê, rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyê were derxistin, Tirkiyê heta 5 kîlometreyan bikeve axa Sûriyê da ku tevgerên kurdî tune bikin. Li gorî çavdêran, armanca sereke ya lihevkirinê, tunekirina berxwedana gel û têkoşîna dîrokî ya gelê Kurd e û Sûriyê xwe radestî wê bike. 

HELWESTA RÊBER OCALAN

Helwesta rêber Abdullah Ocalan li dijî hêzên dewleta Tirk ên li ser sînorên Sûriyê kom bûbûn, diyar bû. Wê demê got: “Naxwazim Sûriyê ji ber min di bin fişarekê de bimîne ku 19 salan ez pêşwazî kirime. Ev helwesteke bêrûmet e.” Ji ber wê rêber Ocalan di 9`ê Cotmeha 1998`an de ji Sûriyê derket û di 15`ê Sibata 1999`an de di encama komployeke navneteweyî de dîl hate girtin.

 “Lihevkirina Endene” ji 4 pêvekan pêk hat. Ya yekê, navên ku sponseriya lihevkirinê bi wesîyeta Amerîkayê kirine (Misir, Îran) hatin bibîrxistin. Ev lihevkirin ji aliyê wekîlê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê Oguz Ziyal ve û generalê Sûriyê Ednan Bedir El Hisên hate îmzekirin. Pêveka duyemîn; derxistina rêber Ocalan ji Sûriyê. Ya sêyemîn bidawîkirina nakokiyan di navbera her du welatan de. Li gorî wê Şam tawîzan ji mafê xwe ya daxwazkirina Lîwa Skenderon dide ku Tirkiyê dagir kir û sala 1939`an bi awayekî fermî tev li sînorên xwe yên siyasî kir. Ji ber wê, sala 2004`an Lîwa Skenderon ji nexşeya Sûriyê hat derxistin.

Pêvek çaremîn; di salan dawîn de gelek guhertin tê de çêbûn. Ev pêvek derfetê dide artêşa Tirk ku bi kûrahiya 5 kîlometreyan derbasî nav axa Sûriyê bibe. Heta niha dewleta Tirk bi vê hicetê qada dagirkirina xwe firehtir dike.

'NÛKIRINA LIHEVKIRINA EDENE REWAKIRINA DAGIRKIRINÊ YE'

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar têkildarî jinûve ketina “lihevkirina Edene” rojevê ji ajansa me re axivî û got: “Bawer nakim ku rejîm dê derfetê bide Tirkiyê ku heta 30 kîlometreyan derbasî nav axa Sûriyê bibe. Rûs behsa 10 kîlometreyan kirin. Di hemî rewşan de rejîm hesabê ji koman, rolên wan û asta bandora wan li ser herêmên bakurê Sûriyê re dike. Piştî lihevkirinê gelo dê wan herêman jî radestî wê bike lê na?”

Riyad Derar diyar kir ku lihevkirina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi artêşa rejîma Sûriyê re heye ku derfetê dide artêşê li ser sînoran belav bibe, nûkirina lihevkirinê lihevkirinê rewa dike.

'LIHEVKIRINA EDENE NE QANÛNÎ YE'

Li gorî çavdêran, “lihevkirina Eden e” ne lihevkirin e lê belê wesîqeyek di navbera her du dewletan de ye. Endamê Meclisa Serokatiya MSD`ê Sîhanok Dîbo ev xal destnîşan kirin: “Beriya her tiştî divê em diyar bikin ku li lihevkirina Edene nekêrhatî ye. Yanî nabe pêk were yan jî pişta xwe bidinê yan jî li ser nîqaş bikin. Ji ber ku di bingehê de nehatiya îmzekirin yan jî kaxizeke derqanûnî û sexte ye. Ji ber wê  tu alî nikare sûdê ji wê bigire da ku destkeftiyeke siyasî bi dest bixe.”

Piştî aloziya Sûriyê, dewleta Tirk bi rêya bazaran bi Rûsya, Îran û Amerîkayê re Cerablus, Ezaz, Idlib, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin. Di vê dawiyê de bi rêya civîna dewletên NATO`yê li Madrîdê di 29-30`yê Hezîranê de, civîna Tehranê di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê de di 19`ê Tîrmehê de, civîna Soçiyê di navbera Pûtîn û Erdogan de di 5`ê Tebaxê de serokkomarê Tirkiyê gefa pêkanîna destwerdaneke din li dijî herêmê xwar da ku dagir bike.

Çavdêr diyar dikin ku civîna Tehran û Soçî ji bo Erdogan  cuda bûn. “Lihevkirina Edene” li ser masaya diyalogê bû ku sûrî bi “lihevkirina bêyom” bi nav dikin. Behsa pêkanîna gelek guhertinan di pêveka çaremîn de ya taybet bi derbasbûna di nav axa Sûriyê de tê kirin. Bi şêwazekê ku rewşa nû ya Sûriyê rave dike yanî destwerdan bi kûrahiya 30 kîlometreyan.

Têkildarî vê yekê Sîhanok Dîbo got: “Em nikarin bêjin ku behsa 'Lihvekirina Edene' di vê dawiyê de derketiye. Lê belê gelek caran di navbera hêzên destwerdana Sûriyê kirine û Tirkiyê de qala wê hatiye kirin. Gelek dibêjin Moskova wê lihevkirinê wek mekanîzmeya vekişîna Tirkiyê ji herêmên dagirkirî dibîne û Tirkiyê pê neçar dike ku dagirkirina xwe bi dawî bike. Lê rûs û beriya wê jî sûrî dizanin ku Tirkiye fîlebaziyê dike. Mîna vê lihevkirinê tê wateya serîtewandina giştî û binpêkirina serdestiya Sûriyê, kûrkirina aloziya Sûriyê û kişandina wê ber bi senaryoyên xeter ve.”

Sîhanok Dîbo daxuyand ku dem gelek guncaw e ku mîna van lihevkirinan bi dawî bibin heke şertûmercên diyar jê re peyda bûn û got: “Tenê mafê gelê Sûriyê ye ku lihevkirinan pêk bîne ku li gorî xwezaya xwe ya cihereng û pirreng be.”

(şx)

ANHA