Çalakiya konvedanê: ‘Me îdeolojiya rêber Ocalan qebûl kiriye, em ji berxwedanê venagerin’

Beşdarên çalakiya konvedanê destnîşan kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku îdeolojî û felsefeya rêber Abdullah Ocalan qebûl kiriye, ji bo azadî û demokrasiyê ji berxwedanê paşve gav naavêjin û soza şopandina rêya şehîdan heya ku azadî pêk were, dan.

Çalakiya konvedanê: ‘Me îdeolojiya rêber Ocalan qebûl kiriye, em ji berxwedanê venagerin’
16 tebax, 2022   12:53
QAMIŞLO

Bi armanca şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û danîna qedexeya hewayî li ser herêmê, welatiyên herêma Cizîrê çalakiya konvedanê li pêşiya navenda Neteweyên Yekbûyî di roja 5'an de didomînin.

Çalakiya konvedanê ku ji aliyê Hêzên Parastina Civakî (HPC) ve û bi koordîneya Kongra Star li pêşiya navenda Neteweyên Yekbûyî di 12'ê Tebaxê de dest pê kiribû, dê heya 30'ê mehê bidome. Bi dirûşma “Edalet û wijdanê we li ku ye?" li ser bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ev çalakî tê lidarxistin.

Di roja 5'an de, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên bajarê Hesekê û navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê beşdarî çalakiya konvedanê bûn.

Di roja 5'an a çalakiya konvedanê de rêvebera Meclisa Til Marûf a navçeya Tirbespiyê Xaliya Ehmed axivî û wiha got: "Hebûna me îro li bin vî konê pîroz bi armanca ferzkirina girtina qada hewayî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û ji bo banga li welatên herêmê û Neteweyên Yekbûyî ku êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên me rawestînin û bêdengiya xwe li hember van êrişan bişikînin.”

Xaliya her wiha bal kişand li ser armanca dagirkeriya Tirk ji êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: "Êrişên dagirkeriya Tirk bi armanca têkbirina projeya Rêveberiya Xweser in. Erdogan hest bi xetereya vê projeya demokratîk dike, ji bo wê jî êrişî herêmên me dike. Bêdengiya dewletên herêmî li beramberî van êrişan nîşaneya hevkariya wan a bi dagirkeriya Tirk a di van êrişan de ye."

Xaliya her wiha got: "Em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê soz didin ku ew ê dawiya Erdogan li ser vê xakê be.”

Xaliya di heman demê de behsa projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: "Me fikir û felsefeya rêber Ocalan qebûl kir û em li ser fikira wî ya azad û demokratîk meşiyan. Em hêza xwe ji tu kesî nagirin, hêza me baweriya me ya bi hêza dayikên şehîdên me ye ku cenazeyên kur û keçên xwe bi serbilindî û bi coş oxir dikin. Ev berxwedan dê dagirkeriya Tirk bişikîne."

Xaliya di dawiya axaftina xwe de got ew ê dagirkeriya Tirk nekare vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bin bixe û ew ê heya pêkanîna serkeftinê li ber xwe bidin.

Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê Miyeser Hemo got gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelekî berxwerdêr e û zilmê qebûl nake û wiha domand: "Gelê me zilmê û sertewandinê qebûl nake, em li ser fikir û felsefeya rêber Ocalan in. Me bi xwîna kur û keçên xwe fedakarî kir da ku em bi azadî, rûmetî û aştiyane bijîn, lê dewletên herêmî û dagirkeriya Tirk qebûl nakin ku em bi aştî bijîn."

Miyeser axaftina xwe wiha domand: "Em ji hemû dewletên cîhanê re yên ku dixwazin herêmên me dagir bikin û vîna me bişkînin, dibêjin ku em ê li ber xwe bidin. Balafirên bêmirov û biçek ku bi riya wan dixwaze tirsê di nav gelê herêmê, zarok û jinan de belav bike, me natirsîne û nikare me ji têkoşîna me şûnde vegerîne."

Her wiha destnîşan kir ku bêdengiya rêxistinên mafên mirovan û NY’yê îsbat dike ku berjewendiyên wan ên hevbeş bi dewleta Tirk re hene, lê bi berxwedana gel dê li hember wan êrişên dagirkirinê yên rojane bisekinin û dev ji rêya şehîdan û berxwedanê bernadin.

Miyeser ev li gotinên xwe zêde kir: “Hebûna me di vê çalakiyê de, ji ber ku me xwe li ser fikr û felsefeya rêber Ocalan ava kiriye. Kî vî fikrî nas bike, dev ji berxwedana ji bo azadiyê bernade.”

ANHA