Hate îdiakirin ku  li Kobanê 16 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da

Hate îdiakirin ku di êrişa dewleta Tirk a bi balafiran şer a li  gundê Çariqlî yê Kobanê de, 16 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da û 3 bi giranî birîndar bûn.

Hate îdiakirin ku  li Kobanê 16 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da
16 tebax, 2022   13:30
KOBANÊ

Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî dane ANHA'yê, di êrişa dewleta Tirk a bi balafiran şer a li ser girê  gundê Çariqlî yê rojavayê Kobanê de, 16 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da û 3 bi giranî birîndar bûn.

Heta niha tu aliyên fermî ev agahî piştrast nekirine.

Artêşa Tirk a dagirker di saetên sibehê de taxên bajarê Kobanê û gundên wê yên rojava û rojhilat topbaran kirin. Di encamê de 7 zarokek şehîd bû û 4 kesên din birîndar bûn.

ANHA