Ciwanekî Derayê yê bi hevkariya hêzên Rûsyayê dihat tawanbarkirin, hat kuştin

Li gundewarê rojavayê Derayê kesekî ku bi leşkerkirina ciwanên herêmê di nava hêzên Rûsya de dihat tawanbarkirin, ji aliyê çekdarên nenas ve hat kuştin.

Ciwanekî Derayê yê bi hevkariya hêzên Rûsyayê dihat tawanbarkirin, hat kuştin
16 tebax, 2022   12:52
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku ciwanekî ji bajarokê Til Şihab yê Derayê li devera di navbera bajarokên Mizêrîb û Til Şihab yên rojavayê Derayê de, hat kuştin. Kesê hatî kuştin bi leşkerkirina ciwanên herêmê di nava hêzên Rûsya de dihat tawanbarkirin.

Li gorî belgeyên SOHR`ê, ji destpêka salê de li Derayê 343 êrişên bi rêbazên cuda pêk hatine, di encamê de 291 kes hatine kuştin.

(cx)