Welatiyên hatine topbarankirin: Topên wan me natirsînin, çeka me berxwedan e!

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê malên sivîlan û dibistana gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî topbaran kir. Şêniyên gund bi israr in ku li ser axa xwe bimînin û li hember dagirkeriyê li ber xwe bidin.

Welatiyên hatine topbarankirin: Topên wan me natirsînin, çeka me berxwedan e!
Welatiyên hatine topbarankirin: Topên wan me natirsînin, çeka me berxwedan e!
Welatiyên hatine topbarankirin: Topên wan me natirsînin, çeka me berxwedan e!
Welatiyên hatine topbarankirin: Topên wan me natirsînin, çeka me berxwedan e!
Welatiyên hatine topbarankirin: Topên wan me natirsînin, çeka me berxwedan e!
Welatiyên hatine topbarankirin: Topên wan me natirsînin, çeka me berxwedan e!
16 tebax, 2022   12:46
 ŞEHBA

Rojane gundên kantona Şehbayê û navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tên topbarankirin. Dagirker rasterast welatiyan û erdên çandiniyê dikin hedef.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi taybet dibistan, nexweşxane û kampan dikin hedefa êrişên xwe û bi wê yekê hemû peyman û pîvanên navneteweyî yên topbarankirina wan cihan qedexe dikin û wekî sûcên şer dihesibînin, binpê dikin.

Nûçegihanên me zirarên topbarana li ser gundê Bênê yê navçeya Şêrawa şopandin ku di encamê de zarokekî 15 salî birîndar bûbû û zirarên madî di mal û milkên welatiyan û dibistana gund de pêk hatibûn.

Xwediyê maleke hatiye topbarankirin, Şukrî Xubarî dibêje: “Ez li derveyî malê bûm, dema min dengê topan bihîst, bi lez û bez vegerîm malê. Min xwest dilê xwe li ser zarokên xwe aram bikim. Dema nêzî mal bûm, min dît dûman ji baxçeyê malê bilind dibe, motorsîklêta min dişewite û deriyên malên şikestine.

Di topbaranê de yekser welatî, mal û milkên wan û erdên wan ên çandiniyê tên hedefgirtin. Lê wekî şêniyên gund, em li vir in. Topên wan me natirisînin û em ji axa xwe dernakevin. Em di berxwedanê de bi îsrar in.”

Welatiya bi navê Ferîde Hemû jî ku mala wê li rex dibistana gund e ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê topbaran kiriye, axivî. Ferîde topbarana rojane ya li ser gund şermezar kir û bi van gotinan helwesta xwe nîşan da: “Berxwedana me di çavê dagirkeriya Tirk de strî ye. Ji ber wê bi hemû rengan û bi awayekî hov dixwaze îradeya me bişikîne da em dev ji berxwedanê berdin. Lê ew ê bi ser nekeve. Ji ber ku îrade û berxwedana gel çeka wî ya xweparastina li hember dagirkeran e.”

Ferîde tekez kir ku heta rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî dê berxwedana wan bidome û got: “Em nasekinin heta em Efrînê û hemû herêmên din ên Sûriyê ji dagirkeriya Tirk rizgar dikin.”

Welatiyê bi navê Taşid Berekat ê ji koçberên Efrînê û li gundê Bênê bi cih bûye, wiha axivî: “Em bi darê zorê ji Efrînê koçber kirin, hîna jî me topbaran dikin û dixwazin me ji vir jî derxin. Gundên Şêrawa rojane ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tên topbarankirin.”

Berekat destnîşan kir ku ji derveyî sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî wekî kuştin, revandin, şewitandin û birîna daran, dagirker dibistanan jî topbaran dikin ku ev yek di şerên çekdarî de tê qedexekirin û bi vê yekê hemû peymanên navneteweyî binpê dike.

Artêşa Tirk a dagirker deverên li kantonên Hesekê, Qamişlo, Kobanê, Girê Spî, Minbic û gundên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî topbaran dike. Di encamê de şehîd û birîndar çêdibin û zirarên mezin pêk tên.

(cx)

ANHA