​​​​​​​Rojnameyên erebî: Dosyaya vegera penaberên sûrî di rojeva Urdinê de ye

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa siyaseta PDK`ê ya li hember aloziya siyasî ya Iraqê, dosyaya vegera penabarên ji Sûriyê yên li Urdinê û dosyaya bendava Nehdayê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Dosyaya vegera penaberên sûrî di rojeva Urdinê de ye
16 tebax, 2022   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN

‘BARZANÎ LI GORÎ DILÊ SEDR DIKE LÊ DERÎ VEKIRÎ DIHÊLE’

Têkildarî rewşa Iraqê, rojnameya El Ereb wiha nivîsî: “Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dîplomasiyê esas digire û helwesteke bibiryar der barê piştevaniya şîe yan jî aliyên din de nîşan nade. Li gorî gelekan, ev rêbaz ji pragmatîzmê ne dûr e û nêzî bikaranînê ye di dan û standina bi aloziya siyasî li Iraqê re.

Li gorî çavdêran, Barzanî naxwaze niha piştevaniya tu aliyekê bike heta ku encamên rûdanên heyî diyar dibin. Her wiha diyar kir ku Barzanî wisa dike, ji ber ku fêm kiriye ku piştgiriya Çarçoveya Hemahengiyê ne li gorî timayên wê ye di tevlêbûna desthilata navendî ya Bexdayê de.

Serokê şandeya Çarçoveya Hemahengî Hadî El Amirê roja yekşemê bi êvarê dan û standinên bi aliyên siyasî yên Kurd re der barê aloziya siyasî de bi dawî kir. Li gorî dezgehên çapemeniyê yên xwecih, El Amirî ji serokê PDK`ê xwestiye li gel Muqteda Sedr navbeynkariyê bike da ku dest bi dan û standinên dualî di navbera Tevgera Sedr û Çarçoveya Hemahengiyê de were kirin.

Daxwazên Sedr piştî vekişîna ji parlamentoyê û lidarxistina xwepêşandanan ji bo PDK`ê şokek bû ku encamên hilbijartinên bê ne li gorî hêviyên wê be. Lê PDK`ê tu helwest nîşan neda, heta beriya çend rojan daxuyaniyek da û tê de erêkirinek bişert ragihand.

Çavdêrên rewşa Iraqê destnîşan dikin ku ji bo PDK`ê çûyîna li gorî Sedr di vê demê de, baştir e. Ew xwe dispêre helwestên hêzên din ên mayî ku şertê serokê şîe qebûl nekiriye û piştevaniya însiyatîfa Çarçoveya Hemahengiyê dikin.”

‘URDIN ASTENGIYÊN LI PÊŞIYA VEGERA PENABERÊN JI SÛRIYÊ’

Der barê kar û barên Sûriyê de rojnameya El Beyan wiha nivisî: “Li gel ku di vê dawiyê de desteka navneteweyî ya ji bo dosyaya penaberên sûrî de kêm bûye, siyasetmedarên urdinî, destnîşan kir ku dosyaya vegera penaberên sûrî, bi amadekirina şert û mercên vegerê ve girêdayî ne.  

Li gorî ankêta ku Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penabaran a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Urdinê, penaberên sûrî naxwazin vegerin welatê xwe. Komîseriyê encamên anketê di Hezîranê de eşkere kirin ku li gorî wê ji sedî 36 penaber dixwazin di 5 salan ve de vegerin welatê xwe, bi rêjeya ji sedî 2.4 jî dixwazin îsal vegerin. Lê hîna metirsiyên têkildarî ewlehiyê û peydakirina derfetên kar û xebatên binghîne, mezintirîn fikarên penaberan e.

Pispor Ebdullah El-Miharme diyar kir ku vegera penaberên sûrî, bi dilxwazî ye. Ruxmî ku li Urdinê fişarên mezin li ser binesaziyê, av, perwerde û tenduristiyê hene. Lê dîsa jî li ser pêwîstiya girîngiya dîtina asoyên siyasî li Sûriyê teqez dike ku divê vegera penaberan ewle be û li ser jiyana wan xetere tune be.”

‘BENDAVA NEHADAYÊ DÎSA KET ROJEVÊ’

Girêdayî dosayaya bendava Nehdayê rojanameya Şerq El Ewsat wiha nivisî: “Piştî ragihandina Etyopyayê tijîkiirna bendavê ji bo cara sêyemîn, xebitandina du turbînan ji bo derxistina kehrebeyê, ruxmîn nerazîbûnên Misir û Sudanê, Misir careke din teqez kir ku ew dev ji mafên xwe di çemê Nîlê de bernadin.

Wezîrê avdanî û jêderên avî yê Misirê Dr. Hanî Suwêlim got: “Nêrîna Misir diyar e ku mafên xwe yên avî biparêze. Li rex ku alîkariya dewletên Afrîkayê bike ku ew jî mafên xwe bi dest bixin.”

Suwêlim helwesta Etiyopyayê rexne kir ku bersiva bangewaziyên welatê wî nade ku pê re hevkariyê bike.

Serokwezîrê Etyopya Abî Ehmed dawiya hefteya borî, temambûna pêvajoya sêyemîn a tijîkirina bendava Nehdayê ragihand. Abî Ehmed di vê boneyê de hewl da careke din Qahîra û Xertûmê dil rihet bike ku niyeta Etyopya tune ye ku ava Nîlê ji xwe re keysbaz bike û dê hewl bide zirarê negihîne welatên din.”

ANHA