Bîlançoya herêmên ku hatine topbarankirin

Dewleta Tirk a dagirker gelek dever li kantonên Hesekê, Qamişlo, Kobanê, Girê Spî, Minbicê û gundên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê topbaran dike. Di encamê de gelek sivîl şehîd bûn û birîndar bûn. Her wiha zirarên madî gihaştin mal û milkên wan.

Bîlançoya herêmên ku hatine topbarankirin
16 tebax, 2022   09:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh piştî nîvê şevê, dewleta Tirk a dagirker gundên Qirmane, Çetelê yên rojavayê navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê, gundê Cirnik ê rojavayê navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo topbaran kirin.

Her wiha derdora Akademiya Hêzên Sotoro yên Suryan a li gundê Rûtan ê bakur rojavayê navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo topbaran kir.

Di encama topbarana li ser navçeya Zirgan a kantona Hesekê de zarokê bi navê Temîm Feysel Hamid (11) birîndar bû.

Dewleta Tirk gundên Guzeliyê, Til Leben, Um Xêr, Til Tawîl ê asûr, Selmase û gundê Tawîle yê rojavayê navçeya Til Temirê topbaran kirin.

Hemwextî topbarana dewleta Tirk a  dagirker li ser herêma Cizîrê, dagirkeran gundên Erîda, Leqliqo, Sawan, Xirbet Beqir, Goberlik ên rojavayê kantona Girê Spî ya dagirkirî bi çekên giran topbaran kirin.

Li kantona Kobanê, nûçegihanê me ragihand ku dewleta Tirk a dagirker bi dehan topan naverasta bajêr û derdora wê kiriye hedef. Her wiha gundên rojava û rojhilatê Kobanê daye ber topan.

Li gorî nûçegihanan, gundên Botan, Seftik, Sêlim, Aşmê, Beyadiye yên li ser sînorên Sûriyê û Tirkiyê li rojavayê Kobanê bûne hedefa topbarana dewleta Tirk a dagirker. Bajarokê Şiyûx Jorîn ê li hember bajarê Cerablusê yê dagirkirî yê rojhilatê beravê çemê Firatê hatiye topbarankirin.

Di encama topbaranê de li gundê Zorava yê rojavayê Kobanê zarokê bi navê Ebid Mihemed Hecî (12) şehîd bû, Ebid Xelef (40), Merwa Hemdo (40) yê ji gundê Seftik birîndar bûn. Her wiha zarokê bi navê Xelîl Cîhad Şêxo yê du salî li bajarê Kobanê birîndar bû.

Li rojhilatê Kobanê, dewleta Tirk a dagirker gundên Xirabîsan, Qeremox, Koran, Hîho, Elîşar, Mersmîl (Merc Îsmaîl), taxa Kaniya Kurdan a rojhilatê Kobanê topbaran kirin.

Nûçegihanên me diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker ji baregehên xwe yên li hember Kobanê, naverasta bajêr bi çekên giran topbaran dike.

Li Minbicê jî, dewleta Tirk a dagirker gundên Cat, Masî, Hoşeriyê yên bakur û bakurê rojhilatê bajêr, bi hawinan topbaran dike. Heta vê kêliyê 14 top ketine. 

Girêdayî heman mijarê dewleta Tirk a dagirker gundên Bênê, Soxanek û Qinêtra yên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî topbaran dikin.

ANHA