Festîvala Şehîd Berçem bi soza berdewamkirina rêya şehîdan bi dawî bû

Di roja dawîn a Festîvana Yekemîn a Jinan a Şehîd Berçem de gelek komên hunerî, berhemên xwe pêşkêş kirin û soza berdewamkirina rêya şehîdan heta avakirina welatekî demokratîk hate dayîn.

Festîvala Şehîd Berçem bi soza berdewamkirina rêya şehîdan bi dawî bû
16 tebax, 2022   09:21
HELEB

Festîvana Yekemîn a Jinan a Şehîd Berçem li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 13`ê Tebaxê de destpê kiribû. 135 jin ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev lê bûn. Di 3 rojên festîvalê de gelek berhemên hunerî mîna stran, dîlan, pêşangehên wêneyan û karên destan hatin pêşandan.

Duh bi êvarê, festîval bi dawî bû. Tê de qeydên deng ên rêber Abdullah Ocalan têkildarî girîngiya Pêngava 15`ê Tebaxê ku di dîroka Tevgera Rizgariya Kurdistanê de nuqteyeke girîng bû, hatin guhdarkirin.

Paşê bi boneya salvegera 38`emîn Pêngava 15`ê Tebaxê bi navê Kongra Star endama Nivîsgeha Têkiliyan a kongreyê Fehîme Hemo û bi navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PDY) endama Meclisa Giştî ya partiyê Eyşe Hiso axivîn.

Axêveran hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan dan ta ku welatekî demokratîk li ser rêgezên hevbeşî û pirrengiyê li gorî fikrên neteweya demokratîk ava dibe.

Axêveran diyar kir ku Pêngava 15`ê Tebaxê gelek girîng bû ji ber ku gelê Kurd ji çewisandin û helandinê ber bi destpêkeke nû v exilas kir ku xwedî li berxwedanê bi giyanê têkoşîna çekdar derdikeve.

Her wiha destnîşan kirin ku dê çarenûsa xayîn û ajanên ku şoreşa gelan dikin hedef, tehlûk be.

Piştî bidawîbûna axaftinan, Koma Şehîd Berçem a govendê, hunermend Zeyneb Îshaq a ji pêkhateya Çerkes, Koma Agirî, Çiyayê Hawar, Hunermend Minetullah Tame ya ji Reqa berhemên hunerî pêşandan.

Beşdaran xelekên govendê li ber wan stranan gerandin.

ANHA