Topbarana dagirkeran li ser Kobanê didome: Zarokek şehîd bû û 3 kes birîndar bûn

Di topbarana hovane ya artêşa Tirk a dagirker li ser bajarê Kobanê û gundewarê wê de zarokek şehîd bû û 3 kesên din birîndar bûn.

Topbarana dagirkeran li ser Kobanê didome: Zarokek şehîd bû û 3 kes birîndar bûn
16 tebax, 2022   08:56
KOBANÊ

Li gorî agahiyên destpêkê yên nûçegihanên me bi dest xistine, di topbarana artêşa Tirk a dagirker de li gundê Zorava yê rojavayê bajarê Kobanê zarokê bi navê Ebid Mihemed Hecî ji ber birînên xwe yên giran şehîd bû. Her wiha Ebid Xelef û Merwî Hemdo yên ji gundê Siftek û zarokê bi navê Xelîl Cîhad Şêxo yê 2 salî birîndar bûn.

Topbarana li ser navenda bajarê Kobanê û gundên wê yên sînorî hîna jî dewam dike û heta niha bi dehan top li herêmê ketine.

(cx)

ANHA