​​​​​​​Dagirkeriya Tirk êrişî gundewarê rojhilatê Kobanê jî dike

Topbarana dagirkeriya Tirk li ser gundewarê Kobanê berfireh bû û di van kêliyan de gundewarê rojhilatê Kobanê jî tê topbarankirin.

​​​​​​​Dagirkeriya Tirk êrişî gundewarê rojhilatê Kobanê jî dike
16 tebax, 2022   08:52
KOBANÊ

Nûçegihanên me ji herêmê ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker gundên Xerbîsan, Qeremox, Koran, Hêho, Elîşar, Mar Simîl (Merc Îsamaîl) yên rojhilatê bajarê Kobanê û li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê topbaran dike.

Dagirkeriya Tirk di heman demê de taxa Kaniya Kurda ya rojhilatê bajarê Kobanê jî topbaran dike.

Vê sibehê jî dagirkeriya Tirk gundên Boban, Sêlim, Aşmê, Şêxler û Beyadiyê bi çekên giran topbaran kirin.

Topbarana dijwar a dagirkeriya Tirk li seranserê herêmê dewam dike.

(cx)

ANHA