​​​​​​​Rojnameyên erebî: NY ji bo xebatên mirovî vedigere Şamê

Rojnameyên erebî yên îro derketine behsa rewşa Sûriyê, krîza Lîbya û rewşa siyasî ya Sûdanê kirin.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: NY ji bo xebatên mirovî vedigere Şamê
9 tebax, 2022   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN

‘NY BI RÊYA XEBATÊN MIROVÎ TÊKILIYÊN BI ŞAMÊ RE VEDIGERÎNE’

Girêdayî rewşa Sûriyê rojnameya El Beyan ev tişt nivîsî: "Ji destpêka krîza Sûriyê ve cara ewil e Neteweyên Yekbûyî (NY) bi awayekî fermî dest bi normalîzekirina têkiliyan bi Sûriyê re kir. Bepirsê kar û barên şandeya Yekitiya Ewropayê (YE) bo Sûriyê Dan Stoenescu serdana bajarên di bin serweriya hikumeta Şamê de kir. Ev yek wekî destpêkirina vegerandina têkiliyên navneteweyî bi Şamê re û destekdayîna sûriyên li herêmên serweriya hikumeta Şamê ye.

YE’yê li ser hesabê xwe yê Twitterê destnîşan kir ku ev serdan bi hevkariya Ofîsa Koordînasyona Hevkariyên Mirovî ya NY’yê (OCHA) pêk tê. Li gorî wêneyên ku OCHA’yê belav kirine, Dan Stoenescu tevî koordînatorê kar û barên mirovî yê NY’yê li Sûriyê Umran Rîda li nêzî Balafirgeha Helebê xuya dikin.

OCHA’yê da zanîn ku ev serdana hevbeş a yekemîn tevî nûnera YE’yê li Sûriyê ye. Ew yek hemwextî zêdebûna pêdiviyên mirovî yên li Sûriyê bi awayekî lezgîn pêk hat. Lê hîna krîz bi dawî nebûye û divê girîngiyê bidin destekdayîna veberhênanan da ku pêşî li qeyrana zêde were girtin.

Li gorî çavkaniyên xwedî agahî, NY hewl dide rola xwe li herêmên hikumeta Şamê aktîf bike da ku alîkariyên mirovî bide sûriyên li wan herêman.

Çavdêran diyar kir ku NY bi şêweyekî hêdî ji bo vegerandina jiyanê li herêmên Sûriyê yên wêrankirî dixebite, nexasim li bajarê Helebê yê bakurê Sûriyê. Hikumeta Şamê jî di heman demê de binesaziya bajêr sererast dike ku li gorî pêdiviyên xebata NY’yê be."

‘BI SALVEGERA DAMEZIRANDINA ARTÊŞÊ RE METIRSIYÊN VEGERA ŞER LI TERABLUSÊ’

Li ser rewşa Lîbyayê jî rojnameya Şerq El Ewset wiha nivîsî: "Duh, piştî milîsên çekdar sewqiyatên xwe li hundirê bajêr xurt kirin, nakokiya leşkerî û ewlehî li Terablusê berdewam kir, ew yek hemwextî amadekariya lidarxistina toraneke leşkerî bi boneya derbasbûna 82 salan di ser damezirandina artêşa Lîbyayê re, pêk tê.

Li pêşberî van pêşdeçûnên ku metirsiyên şêniyên Terablusê têkildarî destpêkirina şer çêkirin, navbeynkariyên herêmê hewl da vê tevliheviya ewlehî ya li Terablusê rawestîne. Her wiha di hesabên medyaya civakî yên herêmî de li ser zimanê şahidan hate diyarkirin ku "tevgerên leşkerî yên mezin" ji bajarê Zentan ber bi Terablusê ve ketin rê, da ku destekê bidin serokê saziya ewlehiya giştî Îmad Terablusî, hemwextî wê jî erebe û komên çekdar ên girêdayî gerînendeyê îstîxbarata leşkerî yê îstîfakirî Usame El-Ciwêlî li derdora Koberî Sewanî belav bûn."

‘HEWLDANÊN AVAKIRINA HIKUMETA SÛDANÊ KU LI PIŞT PERDEYÊ ARTÊŞ WÊ BI RÊ VE DIBE’

Rojnameya El Ereb jî der barê rojeva Sûdanê de wiha nivîsand: “Hêzên Azadî û Guhertinê- Koma Lihevkirina Nîştimanî li Sûdanê ragihand ku dest bi amadekirina danezana destûrî û bernameyeke ji bo hikumeteke demkî kiriye. Çavdêr jî dibêjin ku ev yek desthilatdariya artêşa Sûdanê mayînde dike. Hêzên siyasî piştgiriya xwe ji tedbîrên fermandarê artêşa Sûdanê Ebdulfetah El Burhan re diyar dikin yên di 25’ê Cotmeha borî de ragihandine ku hêzên siyasî yên din wan bi derbeyê pênase dikin.

Çavdêr dibînin ku ev danezan, ji bo hikumeteke demkî ya nû ye ku Burhan bi rê ve bibe, di bin navê hêzên sivîl de ku çavdêr jî ji ber vê yekê hişyariyê didin. Ji ber ku ew ê aloziya siyasî bi dawî neke lê belê dê kûrtir bike.

'Hêzên Azadî û Guhertinê-Koma Lihevkirina Nîştimanî' bi pêkhateya leşkerî ya Sûdanê re hevalbend in û piştgiriyê didin biryarên El Burhan. Her wiha nûnertiya hêzên siyasî û tevgerên çekdar dikin ku banga diyalog û lihevkirinê li ser mijarên niştîmanî yên hevbeş dikin. Di 4'ê Tîrmeha borî de, El Burhan ragihandibû ku saziya leşkerî dê beşdarî diyaloga nîştimanî ya bi sponseriya mekanîzmaya sêalî nebe.

El Burhan di daxuyaniyeke xwe de gotibû "Piştî avakirina hikumeta rêveber, Meclisa Serdestiyê dê were hilweşandin û dê mecliseke bilind a hêzên çekdar ji hêzên çekdar û hêzên piştevaniya lezgîn were avakirin."

Ji 25'ê Cotmeha 2021'an ve, li Sûdanê xwepêşandanên gel yên rojane heye ku banga vegerandina hikumê sivîl dikin û tedbîrên awarte yên fermandarê artêşê red dikin. El Burhan tawanbariyên pêkanîna darbeyeke leşkerî red kir û got ku tedbîrên wî ji bo sererastkirina qonaxa veguhêz armanc dikin, her wiha soza radestkirina desthilatê bi rêya hilbijartinan an lihevkirineke nîştimanî dabû.”