​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk 3 welatî li Cindirêsê revandin

MÎT’a Tirk û çeteyên wê 3 welatî li gundê Remadiyê yê navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî ‎revandin.‎

​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk 3 welatî li Cindirêsê revandin
9 tebax, 2022   08:55
ŞEHBA ‎

Çavkaniyên ji navçeya Cindirêsê ragihand ku MÎT’a Tirk û çeteyên “Polîsên Sivîl” ên ‎girêdayî dewleta Tirk a dagirker 3 welatî li gundê Remadiyê yê Cindirêsê revandin.

Navên kesên revandî wiha ne: Elî Şêx Hisên (34), Mehmûd Salih Ebas (27) û Welîd Henan Ehmed (32). ‎

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên li dijî welatiyên resen ên herêmê didomînin da ku wan bidin koçberkirin.

‏(dm)

ANHA