​​​​​​​SOHR: Di êrişa DAIŞ’ê de 3 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin

Di êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li çolistana Humsê ya li nêzî Dêrazorê de 3 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

​​​​​​​SOHR: Di êrişa DAIŞ’ê de 3 endamên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin
9 tebax, 2022   09:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê êrişî benda kontrolê ya komên alîgirên Îranê ya li têketina Sexne yê li çolistana Humsê kir.

Di encamê de 3 endamên ji nasnameyên ne sûrî hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Bi wê re, ji destpêka Tîrmehê ve hejmara kuştiyên komên alîgirên Îranê yên di encama êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser çolistana Humsê de, bû 4.