Encama anketa NRLS'ê: Piraniya gel ji performansa Rêveberiya Xweser razî ye 

Di anketa Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk a der barê Şoreşa 19’ê Tîrmehê û Rêveberiya Xweser de, li ser performansa Rêveberiya Xweser ji destpêka şoreşê ve nirxandineke erênî hatiye kirin.

Encama anketa NRLS'ê: Piraniya gel ji performansa Rêveberiya Xweser razî ye 
8 tebax, 2022   09:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya 10. salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê, Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) bi armanca xurtkirina baweriyê di navbera Rêveberiya Xweser û civakê de, destnîşankirina metisiyên sereke yên li dijî civakê û gihîştina pêşniyarên çêker ji bo çareserkirinê, derbarê Şoreşa 19'ê Tîrmehê û Rêveberiya Xweser de anketek amade kir.

Li gorî NRLS`ê, anketê navendên sereke yên herêmên Rêveberiya Xweser a Demokratîk hedef girt bi taybet beşê "Zanîngehan".  Anket li gorî hejmarên nifûsê yên li cihên niştecihbûnê yên di nav qada erdnîgarî yên lêkolînê de hatine belavkirin. Hejmara wan gihişte 16 navendan ku ji bo her navendekê ji 20 heta 200 anketan hebûn, ew jî wiha ne: (Qamişlo 200 anket, Hesekê 150, Reqa 100, Dêrik 50, Şedadê û başûrê Hesekê 50, Dêrazor 50, Tebqa 50, Kobanê 50, Minbic 50, Heleb û Şehba 50, kamp 50, Amûdê 40, Rimêlan û Girkê Legê 30, Dirbêsiyê 30, Til Temir 30 û Tirbespiyê 20 anket.) Ev anket di navbera dîroka 18 heya 23`yê meha Hezîranê ya sala 2022'an hatin belavkirin.

NRLS`ê, encamên giştî yên encamnameyên anketê di birûşûreke taybet de pêşkêşî beşdarên Foruma Şoreşa 19`ê Tîrmehê: Destkeftî, Zehmetî û Çareserî) kiribû, ku roja sêşemê 19'ê Tîrmeha 2022'an li Hola Beylesan bi boneya 10. salvegera şoreşê hatibû lidarxistin. Endamên komîteya anketê jî bi daxuyanieykê xîtabî beşdaran kirin, .

Li gorî encamên anketê, ji sedî 80 beşdaran bersiva (erênî) dane 4 pirsên têkildarî bidestxistina ewlekarî û aramiyê ku ji aliyê Rêveberiya Xweser û saziyên girêdayî wê ve ji şêniyên herêmê re hatine pêşkêşkirin, her wiha têkildarî mijarên nirxandina giştî ya tecrûbeya rêveberiyê.

Di beşê girêdayî nimandina rêjeyî ya pêkhateyên neteweyî û olî û xebatên Rêveberiya Xweser a Demokratîk û saziyên wê yên siyasî û kargêrî ji bo paqijkirina herêmê ji mîrata rêjîma Basê ya ku pêkhateyên herêmê ji hev cuda dikirin, bersiv di navbera bersivên erênî bi rêjeya %45, bersivên ji erêniyê bilindtir û navîn de digeriyan. Lê piraniya bersivan ber bi ji erêniyê zêdetir ve diçûn. Ev jî dide diyarkirin ku civaka lêkolînê di vê derbarê de razî ye.

Ji bo beşê girêdayî aliyên aborî, debara jiyanê û xizmetguzariyê, rêjeya nirxandina nîvenîv di navbera % 35-38 de bû. Rêjeya nirxandina neyînî ji ya zor baş bi awayekî zelal bilindtir bû. Bersiv ber bi nirxandineke neyînî der barê xizmetguzariyên jêrzemînî ve diçû. Ev jî dide diyarkirin ku civaka lêkolînê ji van aliyan (ku li ba çîneke mezin a civakê girîng in) nerazî ye. Ev yek baş di bersiva pirsa vekirî de diyar bû. Ji ber wê jî gerek e saziyên kargêr û xizmetguzariyê yên têkildar, xebat û kedeke mezintir bidin da ku van têbîniyan derbas bikin. Jixwe gerek e were diyarkirin ku têbîniyan, rewşa xaknîgarî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rewşa dorpêçiyê ya ku ji hêla statuyên siyasî yên cîran ve li ser hatiye sepandin, di ber çavan re negirt.

Pirsa girêdayî beşdarbûn û rola jinê di nava şoreşê û hemû sazîyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk de, bersiv bi rêjeya %50 bi alîyê nirxandina bilind ve diçûn. Bi rêjeya %88 ber bi alîyê erênî û jortir ve diçûn.

NRLS`ê dibîne ku astên cuda yên nirxandinê rewşek saxlem û rasyonel e, ji ber cihêbûna erdnîgarî yên navendên nifûsê, nemaze ji ber nêzîkbûn an dûrbûna wan ji deverên pêwendîdar ligel deverên hebûna  komên çekdar ên radîkal û terorîst ên dijminên nirx û prensîbên şoreşê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û saziyên wê ne, ku bandorên cuda li ser aliyên derûnî yên niştecihan çêdike.

Li gorî NRLS`ê, nirxandinên neyînî yên ku wekî encamên giştî yan jî li hin navendên nifûsê û di nav hin xalan de derketine holê û di navbera tê qebûlkirin û rasyonel de ne, ku dikare di pêşerojê de li ser esasê wê avakirin çêbibe da ku li wan deveran û yên din saziyên pêwendîdar ji neyînîyan dûr bikevin.

Di encamên anketê de hin pêşniyarên ku ji Rêveberiya Xweser û saziyên wê yên pêwendîdar re hatine pêşkêşkirin, ev in:

-Giringîyeke zêde bidin perwerdekirinê; ji ber ku perwerde hişmendîya civakê bi pêş dixe û perwerde hêmana sereke ye di avakirina civak û welat de.

-Serê pêşîn ji bo çareserkirina bandorên hin krîzên nû bixebitin; weke krîza avê ya ku hişkesaliyê bi xwe re tîne û terora avê ya ku Rêjîma Erdogan bi rê ve dibe, her wiha peydakirina jêderên enerjîyê weke gaza malê, elektrîk û sotemenîyê û dawî jî pirsgirêka nehevsengîya di navbera hêza kirînê û bihayê kersteyan de..

-Lêkolîneke kûr li ser xalên lawazî û israfê li sazîyên Rêveberîya Xweser were çêkirin; lêkolîn li ser endamên wan sazîyan, biryarên wan û projeyên wan be, her wiha li dor mekanîzmeya çavdêrîkirina wan û bi vî rengî çareserîyên guncav werin raberkirin

- Kedeke zêde bibe da ku xwetêrkirin pêk were yan jî jêderên din ji bo înandinê bi taybet hin keriste û heyberên ku ji derveyî deverê tên.

-Têkilî di navbera berpirsên Rêvbeberîya Xweser û hemwelatîyan de bi rêya navgînên madyayê zêde bibe û her sazîyek di hefteyê de rojekê ji bo guhdarkirina gilî û pêşnîyazên hemwelatîyan veqetîne û li gor derfetan wan çareser bike.

-Pênaseyeke taybet ji bo xizanî û hejarîyê li deverên Rêveberîya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêla Desteya Karûbarên Civakî û Kar were sazkirin û astên wê werin destnîşankirin da ku alîkarîyên bizîşkî û hawarî yên pêwîst ji bo malbat yan kesên pir hejar werin pêşkêşkirin.

-Mekanîzmeya kar ya beşên têkilîyan li hemû sazîyên ewlekarî, leşkerî, xizmetguzarî û meclisên xwecihî werin pêşxistin da ku civak bêhtir alîkarîyê di şerê li dijî terorê, gotara kîndarî û gendelîyê de bike.

- Pêngavên bîrewerkirinê û semînerên taybet bi pêşxistina hişmendîyê werin lidarxistin da ku li pêş ramanên radîkal, propogandaya reş û xemsarîyê di kar de were seknandin, ew jî li gundan bi taybet li wan gundên ku çalakîyên îdîyolojî yên rêxistina DAIŞ'ê hene.

- Zêdekirina eleqeya zarok û ciwanan, bi çêkirina cihên lîstokê, çalakîyên zanistî û bêhnvedanê û hwd, ji bo tijîkirina dema xwe ya vala, bi taybetî di havînê de.

ANHA