Li depoyekî cebilxaneyan yê Heşdî Şebî teqîn; tê gotin kuştî û birîndar hene

Li parêzgeha Necefê ya Iraqê di depoyekî çek û cebilxaneyan yê hêzên Heşdî Şebî ya li Seraye Selamî de teqînekê rû da. Hat ragihandin ku di encamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest daye, 5 kes jî birîndar bûne.

Li depoyekî cebilxaneyan yê Heşdî Şebî teqîn; tê gotin kuştî û birîndar hene
8 tebax, 2022   08:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, vê sibehê li parêzgeha Necefê ya Iraqê di depoyekî çek û cebilxaneyan yê hêzên Heşdî Şebî de li Seraye Selamî teqînek pêk hat.

Li gorî agahiyan, di encama teqînê de heta niha 7 kesan jiyana xwe ji dest daye û 5 kes birîndar bûne.

(cx)