Artêşa Tirk gundê Qibûr Qeracnê yê Til Temirê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de gundê Qibûr Qeracnê yê li bakurê navçeya Til Temirê li ser rêya Zirganê topbaran dike.

Artêşa Tirk gundê Qibûr Qeracnê yê Til Temirê topbaran dike
8 tebax, 2022   09:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ragihand ku di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker gundê Qibûr Qeracnê yê li bakurê Til Temirê ku dikeve ser rêya navçeya Zirganê, topbaran dike.

Agahiyên der barê ziyanan nehatine zanîn.

(eh)

ANHA