Ciwanên Minbicê: Em ê herêmên xwe ji dagirkeran biparêzin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Minbicê bi meşeke bi meşelayan diyar kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ew ê li gel yekîneyên parastinê xaka xwe biparêzin.

Ciwanên Minbicê: Em ê herêmên xwe ji dagirkeran biparêzin
6 tebax, 2022   19:48
MINBIC

Meşa ku endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û bi dehan şênî tev lê bûne, ji çerxerêya El-Mîzan destpê kir û li ber navenda ciwanan rawestiya.

Di meşê de ciwanan berxwedana şehîdan silav kir û êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kir.

/ar/uploads/files/2022/08/06/191239_ahmd-aljmyly.webp

Meş li pêşiya navenda ciwanan rawestiya û veguherî mitîngê. Di mitîngê de, hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Minbicê Ehmed El-Cemîlî axivî û got: “Em êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên me şermezar dikin. Dewleta Tirk bi zanabûn gelan bi rêya balafirên bêmirov ên biçek dike hedef, ev yek binkeftina planên wê yên dagirkirinê îsbat dike.”

El-Cemîlî wiha domand: “Ji dema ku herêmên me ji terora DAIŞ`ê rizgar bûn ve, dewleta Tirk êrişî herêmê dike û hewl dide destkeftiyên şehîdan têk bibin.”

Di dawiyê de El-Cemîlî got: “Em ê bi hêzên xwe yên leşkerî re di xendeqekê de bisekinin û herêmên xwe biparêzin.”

Di dawiyê de ciwanan bi berzkirina siloganan berxwedana şehîdan silav kir û êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin.

(şx)

ANHA