​​​​​​​QSD: Di êrişa dagirkeriya Tirk de endamekî Dîspilîna Leşkerî, 2 zarok û kesekî din şehîd bûn

QSD`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku duh êvarê di êrişa balafira keşfê ya dagirkeriya Tirk li ser taxa Sîna ya bajarê Qamişlo de endamekî Saziya Dîspilîna Leşkerî û 3 kesên din şehîd bûne, ku 2 ji wan zarok in.

​​​​​​​QSD: Di êrişa dagirkeriya Tirk de endamekî Dîspilîna Leşkerî, 2 zarok û kesekî din şehîd bûn
7 tebax, 2022   07:03
​​​​​​​NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro (7`ê Tebaxê) daxuyaniyek da û tê de ev tişt got: "Duh êvarê artêşa Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a biçek êrişî taxa Sîna ya bajarê Qamişlo kir. Di êrişê de endamekî Saziya Dîspilîna Leşkerî û 3 kesên din şehîd bûn, ku 2 ji wan zarok in."

Ev êriş piştî civîna Soçiyê 5`ê Tebaxê di navbera serokê Rûsya Viladimir Pûtîn û serokê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan de, pêk hat.

(eh)