ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-08-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-08-2022
6 tebax, 2022   23:00

-Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê, cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Dara Silêman Memo li goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugirê bi merasîmekê dispêrin axê, saet 09:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Di çarçoveya rewşa awarte de, ji hevjînên şehîdan ên li bajarê Qamişlo re , perwerdeya destwerdana lezgîn li navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo tê vekirin. saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi diruşma "Azadiya rêber Abdullah Ocalan azadiya gelan e", Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqa û Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Hunera Demokratîk çalakiyekê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê têkildarî êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li bajarê Qamişlo daxuyaniyekê dide, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Nivîsgeha Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo daxuyaniyekê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker  li pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan dide, saet 11:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji destpêka dagirkirina Efrînê û koçberkirina şêniyên wê ve, di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Şehba û navçeya Şêrawa ya Efrînê de 26 kes şehîd bûn û 76 jî birîndar bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve Xalid Îbrahîm diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji avakirina statuyeke xweser a gelan ditirse û got “Lihevkirinên hêzên desthilatdar destdirêjiya dewleta Tirk kûrtir dike û rê li ber vejandina DAIŞ`ê vedike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Piştî rizgarkirina kanotna Şehba ji çeteyên DAIŞ`ê, Meclisa Kantona Şehbayê bi rêya xebatên xwe û li gorî derfetên li ber destê xwe, hewl da ewlehiyê li kantonê vegerîne. Li rex wê jî, çanda berxwedanê li hember gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker û dorpêça hikumeta Şamê ya li ser kantonê, sepand. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyaset û rewşenbîran diyar kir ku serkeftina HPG`ê ji bo kurdan li seranserî cîhanê serkeftin e. Dibe ku bi awayekî erênî li biserxistina projeya neteweya demokratîk a li Rojava û şerê DAIŞ`ê û tunekirina wê kiribe. Her wiha desntîşan kir ku serkeftina gerîla, binkeftina Tirkiyê ye ku êdî hemû tê gihiştine rastiya armancên wê ku dixwaze Mîsaqî Millî pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di çarçoveya stratejiya şerê gel ê şoreşgerî ya li hemberî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker de, ji pêkhateyên Hesekê re dewreyên perwerdeya destwerdana lezgîn tên dayîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên herdu şehîdan Sosin Bîrhat û Barîn Botan spasiya QSD’ê li ser Operasyona Sondê kirin û xwestin ku  xayîn werin cezakirin, her wiha bang li şêniyan kirin ku neyên lîstokên dewleta Tirk û dijminan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Partiya Lîwa ya Sûrî ya li Siwêdayî çalak e da zanîn ku nakokiya li herêma başûrê bi dawî nabe, ji ber ku hikumeta Şamê tênagihêje û tu tawîz nedan ku sûrî bibin xwedî jiyaneke azad û rûmet. Her wiha got, divê welatiyên herêmê, bi xwe herêmê bi rê ve bibin heta çareseriyek ji tevahî sûriyan were dîtin. (BI WÊNE).

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

- Hikumeta Şamê li xwe mikur hat ku rêjeya genim ku pêwîstiya herêmên wê pê heye, kêm e, ew yek dê azarên xelkê di peydakirina nan de û asta birçîbûnê li welatekî ku genim têrî wê û welatên din jî dikir, zêdetir bike. Çarçoveya Hemahengiyê, însiyatîfa oldarê şîe Muqteda Sedr a ji bo çareserkirina krîza siyasî ya Iraqê pêşwazî kir lê bi şert.

JIN

- Li dijî hedefgirtina jinên pêşeng, jinên herêma Cizîrê diyar kir ku “Me xeta berxwedanê hilbijartiye. Ew dagirker dê bi van rêbazên êrişan bi ser nekevin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Tebqayê nivîsgeha çalakiyên ciwanan li avahiya yekitiyê vedike, saet 10:30'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şaredariya Gel a Reqayê plana çandina mîlyon dar li derdora bajêr daniye, hemwextî wê jî karê ji nû ve avakirina parkan didomîne, li aliyê din Şaredariya Gel a Hesekê ji sedî 70 planên havînê bi dawî kirin û hemleya qutkirina xetên kehrebeyê yên muxalif li Dêrikê berdewam e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA