Komînên Tirbespiyê li gorî rewşa awarte xwe amade dikin

Di çarçoveya rewşa awarte de ku Rêveberiya Xweser li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandiye, komînên navçeya Tirbespiyê zêdetirî 70 jêrzemîn bi pêdiviyên bingehîn amade kirin û dewreyên perwerdeya çek û destwerdana lezgîn vekirin.

Komînên Tirbespiyê li gorî rewşa awarte xwe amade dikin
6 tebax, 2022   06:11
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in. Dagirkeriya Tirk bi rêya topavêjan, balafirên bêmirov û biçek êrişî bajar û jîngehan dike. Li gel vê rewşê, Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 6`ê Tîrmehê de rewşa awarte ragihand.

Li ser wê komînên navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo, yekser dest bi amadekariyan kir. Di çarçoveya ragihandina rewşa awarte de, daxuyaniyek da û tê de destnîşan kir ku ew amade ne di hemû aliyan de destkeftiyên Şoreşa 19`ê Tîrmehê biparêzin ku bi xwîna bi hezaran şehîdan hatin bidestxistin.

Der barê girîngiya rola komînan de li gel rewşa awarte û pêvajoya hesas ku herêm tê re derbas dibe, me amadekariyên komînên navçeya Tirbespiyê şopandin.

Komînên navçeyê, bi hevkariya Meclisa Navçeyê 70 jêrzemîn ji bo parastina şêniyan bi pêdiviyên bingehîn, xwarin û madeyên tenduristiyê amade kirin. Gelek komînan, madeyên xwarinê mîna ard, nîsk, nok depo kirin.

Şêniyan bi koordîneya Navenda Tenduristiyê û Heyva Sor a Kurd a navçeyê, dewreyên destwerdana lezgîn vekirin ku zêdetirî 100 kes tev lê bûn. Li aliyekî din, komîteyên parastinê yên komînan, bi hevkariya Hêzên Parastina Civakî (HPC) şêniyên navçeyê li ser bikaranîna çekê perwerde dikin.

Têkildarî mijarê, hevserokê Komîna Şehîd Yusif a taxa Qadisiye Mehfûz Nebî îşaret bi girîngiya birêxistinkirina gel di çarçoveyeke hevgirtî de ji bo sekna li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê kir û got: “Tişta bingehîn divê em piştgiriyê bidin hêzên leşkerî, bi rêya perwerdekirina welatiyan da ku rola xwe di hemû aliyan de bilîzin û li hember êrişên qirkirinê bisekinin.”

Nebî diyar kir ku amadekarî berdewam in bi rêya danîna bernameyên lidarxistina civîn û semînerên têkildarî şerê taybet, bandora wê, rêbazên têkbirina wê. Nebî da zanîn komînan dest bi lidarxistina dewreyên perwerdekirina çekan ji welatiyan re kirin.

Hevseroka Komîna Şehîd Xemgîn, Bêrîvan Hisên destnîşan kir ku wan komîteyên taybet ên parastin, xizmetguzarî, tenduristî li gorî rewşa awarte û di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de çalak kirin.

Bêrîvan Hisên îşaret bi rola komînan di civakê û piştgiriya wê ya hêzên leşkerî kir de û daxuyand ku ev yek dê timayên dewleta Tirk li herêmê rawestînin.

Her wiha hevserokê Komîna Şehîd Baz, Ekrem Ebdî Yusif diyar kir ku ew li ser sê qonaxan kar û xebatê dikin, ya yekê perwerdekirina şêniyan li ser çekan da ku piştgiriya QSD`ê bikin, ya din vekirina dewreyên destwerdana lezgîn û rêbaza danûstandina bi birîndaran re û ya sêyem kolandina xendeqan û amadekirina jêrzemînan.

Hevseroka komîna Şehîd Dilovan, Xedîce Ehmed got dewleta Tirk a dagirker hewl dide pêkhateyên herêmê yên Ereb, Kurd, Suryan û Ermen koçber bikin. Her wiha daxuyand ku li ser wê bingehê komînê, dest bi vekirina dewreyên hişyarkirina şêniyan ji xeteriyên heyî û şerê taybet kir.

Di dawiyê de Xedîce Ehmed diyar kir ku ew amade ne fedekariyan bikin û li ber xwe bidin da ku welat û projeya xwe ya Rêveberiya Xweser biparêzin.

(şx)

ANHA