​​​​​​​Beşdarên hevdîtina şêwirî ya Helebê: Rêveberiya Xweser projeya demokratîkkirina Sûriyê ye

Beşdarên hevdîtina şêwirî ya Helebê diyar kirin ku Rêveberiya Xweser projeya yekane ye ku banga nirxên bingehîn dike yên ku bi tevgera gel li Sûriyê re derketin û gotin, ev proje ji bo demokratîkkirina Sûriyê ye.

​​​​​​​Beşdarên hevdîtina şêwirî ya Helebê: Rêveberiya Xweser projeya demokratîkkirina Sûriyê ye
6 tebax, 2022   06:04
HELEB

Hevdîtina şêwirî ya ku ji aliyê Malbenda Heleb a Çandî ve duh dest pê kir, di roja duyemîn de dewam dike. Nasnameya nîştimanî û nenavendîbûnê wek projeyek ji bo pêşeroja Sûriyê mijarên sereke yên hevdîtinê ne.

Têkildarî girîngiya xwedîderketina li Rêveberiya Xweser wek projeyekê ji bo demokratîkkirina Sûriyê û rola rewşenbîran ku civakê bi rêve bibin da ku li hember êrişên dagirkirinê were sekinandin, beşdarên hevdîtina şêwirî ji ANHA'yê re axivîn.

Di vê çarçoveyê de, çalakvana sûrî Rîhab Îbrahîm diyar kir ku wê vexwendnameya beşdarbûna hevdîtinê qebûl kiriye, da ku mijarên girîng mîna nasname yan jî girêdana bi welêt nîqaş bikin.

'RÊVEBERIYA XWESER PROJEYA DEMOKRATÎKKIRINA SÛRIYÊ YE'

Rîhab Îbrahîm daxuyand ku tecrubeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dê zemînekê ji bo lidarxistina projeya demokratîkkirina Sûriyê ava bike û wiha domand: “Em hertim destnîşan dikin ku ev herêm (herêmên Rêveberiya Xweser) di nava şert û mercên siyasî de ku em tê re derbas dibin herêmeke balkêş e. Helbet em her tim teqez dikin ku ew herêmek ji Sûriyê nayê parçekirin.”

Rîhab Îbrahîm têkildarî taybetmendiya herêmên Rêveberiya Xweser wiha got: “Rêveberiya Xweser rê li pêşiya azadiya ravekirinê vekir. Hinek xalên lawaziyê hene ku em dixwazin nîqaş bikin. Ji ber ku em li ser vê yekê bi israr in ku ev herêm xwedî pirrengiya demokratîk e û hewl dide tecrubeya xwe li Sûriyê bi giştî belav bike.”

Her wiha Rîhab Îbrahîm got: “Ji ber ku em dixwazin bibin çavê rastiyê, em tev li mîna van hevdîtin û komxebatan dibin. Her kesê niştimanî û azad ê sûrî; zordestiyê û kontrokirinê qebûl nake û dûrî şer banga pirrengiyê dike.”

Rîhab Îbrahîm behsa pêvajoya dîrokî ku Sûriyê tê re derbas dibe kir û got: “Divê em xwedî berpirsyariyeke mezin bin, hewl bidin nirx, exlaq û mîrasa xwe ya çandî vegerînin. Şer bi xwe re encamên kirêt anîn. Divê em jê fêr bibin çawa bilez rabin û li ser pêyan bisekinin.”

ROLA REWŞENBÎRÊN SÛRÎ DI VÊ PÊVAJOYÊ DE

Rîhab Îbrahîm destnîşan kir ku dema mirov girêdayî ol, qebîle, eşîr û neteweyê û dûrî girêdana welêt be, dê dawî tehluke be û êdî sedem eşkere bûn ku ji ber çi sûrî gihaştin vî halî.

Der barê rola rewşenbîrên sûrî de di vê pêvajoyê de Rîhab Îbrahîm got: “Ji me hemûyan rewşenbîrên Sûriyê tê xwestin ku bi rêya azadiyê xwebûna xwe vegerînin. Ji ber ku kesên azad, xurt in û banga mafên xwe dikin. Em daxwaza mafên xwe dikin. Em dixwazin wêneya rast a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihînin hundirê Sûriyê, dûrî têgehên parçebûnê ku hinek dezgehên çapemeniyê reklama wê dikin.”

Rîhab Îbrahîm di dawiyê de destnîşan kir ku divê di dawiya mîna van hevdîtinan de bigihêjin encamên bibandor ku peyamekê xwedî wate bide sûriyan.

'DIVÊ ÇANDA REWŞENBÎRÊN DESTHILATÊ ji HOLÊ BÊ RAKIRIN'

Endamê nivîsgeha siyasî ya Heyet Tensîq Watanî û endamê Tevgera Guhertinê ya Demorkatîk Ziyad Wetfê destnîşan kir ku divê çanda rewşenbîrên desthilatê ji holê bê rairin, ji ber ku zanabûna xwe di xizmeta desthilatê de bi kar tînin û divê roleke pêşeng bidin rewşenbîrên ku xwedî li xem û êşên gelê xwe derdikevin.

Wetfê wiha domand: “Bi nêrîna min, gelek hunermend, helbestvan û wêjevanên sûrî karîbûn balê bikişînin ser xeteriyên timayên Tirkiyê yên li welatê me û hewldanên gelek dewletan ku rewş wiha berdewam bike.”

'SÛRÎ DIKARIN NENAVENDÎBÛNÊ ÇÊKIN'

Der barê tecrubeya Rêveberiya Xweser de wek tecrubeyeke pêşeng a demokratiyê, Wetfê got: “Rêveberiya Xweser yek ji guhertinan e ku di encama rewşa Sûriyê de çêbûye. Ji ber opozîsyonek, hêzek siyasî û civakî ye ku hewl dide guhertina demokratîk li Sûriyê pêk bîne û pergala wê ya ewlehiyê ya dîktator biguherîne û bike pergaleke demokratîk.”

Wetfê wiha pê de çû: “Mixabin ev hêz bi tenê xwedî li projeya şoreşa Sûriyê û guhertina demokratîk derket. Hêzên din yên ku parçe bûn û xwe bi aliyên derve girêdan, êdî tu rola û  bandora wan nema ye. "

Di dawiyê de Ziyad Wetfê got: “Dûrî hişkiyê, dijminatiya îdeolojî, wek lêkolîner û şopdar, dewletên cîhanê bi giştî pergala nenavendîbûnê kirine bingeh. Demokratiya nenavendîbûn, ji demokratiya navendî demorkatîktir e. Gel teşeyan vediqetîne û hêdî hêdî diguhere. Çima ev tevliheviya li ser nenavendîbûnê. Sûrî dikarin nenavendîbûnê çêkin li gorî projeyên xwe û xwenên xwe ku bi rêya wê dikarin ji aloziyê derkevin û bi pêş kevin.”

(şx)

ANHA