Xwendekarên Mekatronîk di projeya xwe ya derçûnê de alavên elektronîk çêkirin

Xwendekarên Mekatronîk a Peymangeha Bilind a Zanistên Teknîkî ya Zanîngeha Rojava projeyên xwe yên derçûnê pêşkêş kirin. Di vê çarçoveyê de robotan û alavên elektronîk çêkirine da ku di siberojê de sûdê jê werbigrin.

Xwendekarên Mekatronîk di projeya xwe ya derçûnê de alavên elektronîk çêkirin
Xwendekarên Mekatronîk di projeya xwe ya derçûnê de alavên elektronîk çêkirin
Xwendekarên Mekatronîk di projeya xwe ya derçûnê de alavên elektronîk çêkirin
Xwendekarên Mekatronîk di projeya xwe ya derçûnê de alavên elektronîk çêkirin
Xwendekarên Mekatronîk di projeya xwe ya derçûnê de alavên elektronîk çêkirin
Xwendekarên Mekatronîk di projeya xwe ya derçûnê de alavên elektronîk çêkirin
Xwendekarên Mekatronîk di projeya xwe ya derçûnê de alavên elektronîk çêkirin
Xwendekarên Mekatronîk di projeya xwe ya derçûnê de alavên elektronîk çêkirin
6 tebax, 2022   06:15
QAMIŞLO -RÊNAS REMO

Vekirina Zanîngeha Rojava di Tebaxa 2016'an de, yek ji serkeftinên Şoreşa 19'ê Tîrmehê ye. Li gel destkeftiyên tenduristî û xizmetguzarî yên bi armanca avakirina nifşekî pêşketî û zane, zanîngeh xwe dispre derfetên xweser û pisporiyên xwecehî û sûdê ji tecrube û têkiliyên navneteweyî digire û pêş dixîne.

Beşa Mekatronîk a Peymangeha Bilind a Zanistên Teknîkî ya li zanîngehê ku 2019`an hate vekirin, yek ji beşên nû yê zanîngehê ye ku xwe dispêre pêşxistin û avakirina pisporiyên teknîkî yên xwendekaran da ku di qadên elektronîk de sûdê jê werbigirin.

Mekatronîkqadeke endizyarî ya berfireh e ku endizyariya mîkanîk û ya kehrebê, endizyariya kompîturê, her wiha endizyariya elektronîk pêk tê û xwe dispêre teoriya tehekumê. Ev beş ji civakê re girîng e ji ber ku cîhana elektronîk pêşketiye.

Piştî 3 salan ji vekirina vê peymangehê, di van rojan de 12 xwendekarên beşa mekatronîk projeyên xwe yên derçûnê yên çêkirina alavên elektronîk pêşkêş dikin ku dibe di siberojê de sûdê jê werbigirin.

Sîstema xwendinê ya li vê peymangehê wek pergehên werzên xwendinê ye ku ji 6 werzan pêk tê û li ser 3 salan hatiye dabeşkirin. Derçûyên vê peymangehê karin di gelek waran de bixebitin, ji wan taqîgehên nû, kargehên nû, werşeyên teknîkî, sazkirin û sererastkirina alavên elektronîk ên pêşketî.

Endama rêveber a Beşa Peymangeha Bilind a Zanistên Teknîkî û endizyar Sîham Mihemed diyar kir ku wan di salên xwendinê di vê peymangehê de, ruxmî beş nû bû û derfet jî kêm bûn, lê karîn zemîneke baş ava bikin ku di warê xwendinê û teknîkê de xwe bispêrinê. Li aliyekî din jî pisporan di salên xwendinê de wane dan xwendekaran ku behreyên wan xurt bibin.

Lewend Yusif ku yek ji derçûyên vê peymangehê ye axivî û got wan li vê peymangehê xwendina xwe ya teorî û pratîkî bi dawî kirine û alavê ku piştî pêşxistinê di pêşerojê de karin xwe bispêrinê, her wiha projeyên din jî ku di dema pêş de bixwînin, pêşkêş kirine.

'AMBARGO BANDOR LI ME KIR'

Lewend Yusif diyar kir ku ambargoya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bandor li Zanîngeha Rojava kir, lewma di peydakirina madeyên çêkirina parçeyên elektronîk de zehmetiyan dikişîne û got: "Di heman demê de nikare xwe bigihîne zanîngehên navneteweyî, lê tevî vê serkeftina projeya xwe îsbat kir ku li ser asta Rojhilata Navîn yekane model e."

Lewend Yusif destnîşan kir ku armanca wan ji çêkirina alavên elektronîk û pêşxistina wê di pêşerojê de ew e ku xizmeta mirovahiyê bikin û di kargehan de werin bikaranîn.

'MIROV XWE DISPÊRE TEKNÎK Û TEKNOLOJIYÊ VE'

Ji xwendekarê ji Efrînê yê bi navê Omer Şahîn anî ziman ku piştî 3 salan ji xwendinê, projeya xwe ya derçûnê amade kir û wiha dewam kir: "Armanca sereke ji vê projeyê ew e ku civak sûdê jê werbigirin û xizmeta wan bike, nexasim di halê hazir de ku xwe dispêre teknîk û teknolojiya."

Omer Şahîn destnîşan kir ku hewcedariya welat bi vê teknolojiya mezin heye û got: "Mînaka wê jî dema artêşa Tirk a dagirker bajarê Efrînê dagir kir, çekên pêşketî yên ku NATO`yê dane wan bi kar anîn. Lewma divê ev qad li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were pêşxistin û xurttkirin nemaze ku ev beş alavan pêşkêş kirin ku hêjaye di pêşerojê de were pêşxistin û alavan çêdike ku di kargehan de bi karkeran re bibe alîkar."

(eh)

ANHA