Ehmed El-Erec: Tirkiyê dê hewl bide fişarên Amerîka yên li ser Îranê bi kar bîne

Sekreterê Giştî yê Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk li Sûriyê Ehmed El-Erec diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dê her firsendekê bi kar bîne da ku herêmên din ên Sûriyê dagir bike. Her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide fişarên Amerîka yên li ser hegemoya Îranê li Sûriyê û Iraqê bi kar bîne da ku destkeftiyan li ser asta derve bi dest bixe.

Ehmed El-Erec: Tirkiyê dê hewl bide fişarên Amerîka yên li ser Îranê bi kar bîne
6 tebax, 2022   03:30
ŞEHBA-CÛDÎ SÎPAN

Sekreterê Giştî yê Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk li Sûriyê Ehmed El-Erec geşedanên dawîn ên li herêmê piştî civîna Tehranê nirxandin.

El-Erec destnîşan kir ku planên dewleta Tirk a dagirker ên bi armanca tunekirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in.

El-Erec destpêkê behsa armancên civîna sêalî; Tirkiyê, Rûsya û Îranê kir û got: “Armanc, rêgirtina li pêşiya gefên Tirkiyê li ser bakurê Sûriyê bû bi taybet li ser Til Rifet û Minbicê. Ev mijar, Tehranê jî eleqedar dike. Ji ber ku hêzên hikumeta Şamê lê ne ji sînorên Kobanê bigire heta Heleb û bakurê Helebê.”

El-Erec bal kişand ser bikaranîna encamên şerê Rûsya û Ukraynayê ji aliyê Tirkiyê ve û wiha domand: “Li gorî nirxandina me, Îran nehişt Tirkiyê li herêmê bi pêş de biçe. Lê Tirkiyê ji tevgerên xwe yên provokatîv ên di vê dawiyê de, armanc dike sûdê ji kaxizên li ber destê xwe bigire. Lihevkirinên di navbera her sê dewletan de li ser hesabê gelê Sûriyê û bakurê Sûriyê ye, lihevkirinên di navbera Moskov û Enqereyê encama şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de ne. Tirkiyê, ji bo Rûsya deregeh û korîdora ber bi Ewropayê ve ye. Erdogan dê vê firsendê bikar bîne da ku destkeftiyên aborî li ser asta hundirîn û derve bi dest bixe. Hemû şantajên Tirkiyê li bakur Sûriyê bi bin ketin. Destûr nayê dayîn ku Erdogan ber bi bakurê ve bi pêş de biçe. Li Tehranê jî destûr nehat dayîn ku mîna vê yekê bike, lê li beramber wê lihevkirinên bazirganî û aborî di navbera Enqere û Moskovê de pêk hatin.”

Dewleta Tirk piştî civîna Tehranê êrişên xwe bi rêya balafiran zêde kirin û di encamê de hejmarek fermandên QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn.

'DAXUAYNIYÊN TIRKIYÊ JI BO PIŞTGIRIYA ŞAMÊ DI ALIYÊ SIYASÎ DE TENÊ REKLAM IN'

Her wiha El-Erec îşaret bi daxuyaniyên wezîrê karên derve yê dewleta Tirk a dagirker Mevlût Çavûşoglu ên têkildarî pêşkêşkirina desteka siyasî ji Şamê re kir û wiha nirxand: “Daxuyaniyên dawîn nû ne. Rayedarên Tirk ragihandin ku dê bi hikumeta Şamê re li ser asta siyasî lihev bikin tenê ji bo tunekirina QSD`ê. Ev daxuyanî reklam in û helwesta cidî ya Îranê li bakurê Sûriyê rave dike. Ji ber ku Îran nehişt Tirkiyê li bakurê Sûriyê bi pêş de biçe.” 

Çavûşoglu di 27`ê Tîrmehê de li gel kanaleke televizyonê ya Tirkiyê axivîbû û gotibû, dê welatê wî ji bo tunekirina QSD`ê desteka siyasî bide hikumeta Şamê.

'DAXUYANIYÊN TIRKIYE NE LI GORÎ PRATÎKÊ NE'

Li gorî El-Erec, hikumeta Şamê wê van daxuyaniyên Tirkiyê paşguh bike ji ber gotinên Tirkiyê di çapemeniyê de ne wekî pratîkê ye bi û got: “Rewş gelekî xirab û di aliyê leşkerî de provokatîv bû. Hewldaneke cidî ya Tirkiyê heye ku ber bi gundewarê Helebê ve, bi taybet li Minbic û Til Rifetê bi pêş de biçe. Lê hikumeta Şamê sewqiyatên leşkerî li herêmê bi cih kirin.”

El-Erec daxuyand ku Rûsya û Îranê ku hevalbendên Şamê ne, hebûna xwe li Sûriyê jî xurttir kir û wiha pê de çû: “Zêdetirî carekê, Tirkiyê bi rêya balafirên xwe provokatîv kir. Li beramber wê, Moskovê balafirên xwe bi kar anîn. Ev giştî beriya civîna Tehranê û heta piştî wê pêk hatin. Dibe gefên dawîn ên dewleta Tirk bi bin ketibin yan jî hewldanên wê dereng hatin xistin.”

'HÊZÊN LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ RÊ NADE KU TIRKIYÊ DESTWERDANA HERÊMÊ BIKE'

Ehmed El-Erec bang li sûriyan kir ku ji komployên dewleta Tirk hişyar bin û fêm bikin ku dê her firsendekê bi kar bîne da ku herêmên din dagir bike.

El-Erec wiha pê de çû: “Firsend niha ji bo Tirkiyê tune ye. Li beramber wê, Rêveberiya Xweser di danûstandina xwe ya bi dewletên li qada Sûriyê re bi taybet li bakur nerm bû. Ev nermbûn cara yekê pêk tê ku koordîne bi hêzên hikumeta Şamê re hat kirin û li gor wê hêzên hikumeta Şamê li Minbic û xeta bakur bi giştî belav bûn. Rahênanên leşkerî yên hevbeş ên QSD û hêzên hikumeta Şamê hebûn. Ev gelek peyaman dide ku lihevkirinên leşkerî di navbera QSD û hêzên hikumeta Şamê de hene, li gorî wê hikuemta Şamê û hêzên li ser erdê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rê nadin Tirkiyê ku destwerdanê herêmê bike. Rast e heta niha tu lihevkirineke siyasî tune ye, lê ji bo xeteriya derve û rêgirtina li pêşiya dagirkirina herêmê, odeya operasyonên hevbeş heye.”

El-Erec balkişand ser girîngiya pêkhatina lihevkirina siyasî ya giştî di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de û got: “Em hêvî dikin ku ev lihevkirin bi çareseriyeke siyasî ya giştî bi encam bibin ku hikumetek bê avakirin û hemû hêzên nîştimanî yên li Sûriyê hemêz bike û Rêveberiya Xweser beşek ji wê hikumetê be.”

El-Erec di heman çarçoveyê de got: “Ji bo çareseriya siyasî, gelek nîqaş hene lê berê bê encam bûn. Em hêvî dikin ku beşdarbûna erênî ya hêzên nîştimanî hebe. Divê hinek tawîz bên dayîn da ku li ser masaya diyaloga hundirîn rûnin û dest bi kongreyeke giştî ya sûrî were kirin ku bi çareseriyên siyasî bi encamên dibe. Ev yek bi awayekî erênî bandor li gelê Sûriyê bi giştî bike. Ji ber ku dorpêç li ser gelê sûrî yê li herêmên Rêveberiya Xweser heye û ji ber fişarên Tirkiyê deriyên sînor hatine girtin.”

'TIRKIYÊ FIŞARÊN AMERÎKA YÊN LI SER ÎRANÊ LI SÛRIYÊ Û IRAQÊ BI KAR TÎNE'

Di dawiyê de Ehmed El-Erec got: “Tirkiyê naweste. Ji ber li ser asta hundirîn fişar li ser hene. Gelek alî ji partiya AKP`ê qut dibin. Ev yek bandor li siyaseta derve ya Tirkiyê dike. Tirkiyê, xebat an ku hewldanên navneteweyî bi taybet ên Amerîkayê li ser hebûna Îranê li Sûriyê û Iraqê bi kar tîne. Tirkiyê hewl dide her valahiyekê dagire ku di encama fişara li ser Îranê de çê bibe. Niha mijara herî girîng ji bo dewletên rojavayî, avakirina artêşa erebî ya giştî ye û lidarxistina koordîneyekê di navbera dewletên Ereb û Îsraîlê de li dijî Îranê. Tirkiyê vê yekê bi kar tîne da ku valahiyê dagir e. Li Iraqê Tirkiyê rojane mudaxele dike. Ji ber Îran bûye armanca sereke ya Amerîkayê. Tirkiyê van şert û mercên herêmî bi kar tîne da ku mudaxeleya kar û barên Iraqê bike. Heke fişarek li ser hebûna Îranê li Sûriyê bê kirin, dê yekser vê yekê bi kar bîne da ku destkeftiyên din li derve bi dest bixe.”

(şx)

ANHA