TAJÊ: Hikumetên Bexda û Hewlêr berpirsên fermana 3`yê Tebaxê ne

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî diyar kir ku hikumetên Bexda û Hewlêr berpirsên fermana 3`yê Tebaxê ne ku bi destê çeteyên DAIŞ`ê li dijî êzidiyan li Şengalê pêk hat. Her wiha şervaneke YPJ`ê ku tev li hemleya rizgarkirina Şengalê bûye, destnîşan kir ku civaka Êzidî, bi rêya rêveberiya xwe ya xweser xwe bi birêve dibe.

TAJÊ: Hikumetên Bexda û Hewlêr berpirsên fermana 3`yê Tebaxê ne
6 tebax, 2022   01:50
NAVENDA NÛÇEYAN-SILAVA EBDUREHMAN

Li dijî êzidiyan ji gelek serdeman ve, gelek hemleyên qirkirinê û koçberkirinê pêk hatin. Heta ku li gelek herêmên dîrokî tune bûn ku piraniya niştecihên wê bûn. Herî dawî çeteyên DAIŞ`ê li gorî plana dewleta Tirk a dagirker havîna 2014`an êrişeke hovane li dijî wan pêk anî

Di vê êrişê de civaka Êzidî bi hovantirîn cureyên tundiyê re rû bi rû ma. Jin û zarok di sûkên li Mûsil û Reqayê de hatin firotin. Ev sûc, wek sûcên şer ên li dijî mirovahiyê tên sinifandin. Li gorî komeleyên êzidiyan, çeteyên DAIŞ`ê 6 hezar û 417 Êzidî revandin di nav de 3 hezar û 548 jin û 2 hezar û 869 mêr hene. Ji wan di çarçoveya pêngavên rizgarkirinê de 3 hezar û 737 Êzidî hatin rizgarkirin, di nav de hezar û 201 jin hene. Çarenûsa hezar û 190 jinên Êzidî ne diyar e.

Endama Koordînaysona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Rîham Heco ji ajansa me re axivî û hemû şehîdên fermana Şengalê bi bîr anîn.

Der barê aliyên ku bû sedema vê komkujiyê de Rîham Heco got: “Gelek hêzan ev komkujî plan kir. Di nav de dewleta Tirk, hikumetên Bexda û Başûrê Kurdistanê. Delîl jî, beriya êrişa li ser Şengalê pêşmerge tevî çekên xwe ji herêmê vekişîn.”

Rîham Heco wiha domand: “Li parêzgeha Şengalê hêzên leşkerî hebûn. Zêdetirî 18 hezar pêşmergeyên hikumeta Başûrê Kurdistanê hebûn. Lê ev hêz sibeha êrişê, bi fermana PDK`ê ji cihê xwe vekişîn û Êzidî, bi tenê bi wan çeteyan re rû bi rû hiştin.”

Li gorî Rîham Heco, beriya êrişa DAIŞ'ê  gelek civînên veşartî di navbera aliyên navborî de pêk hatine. Di van civînan de li ser radestkirina Şengal, Kerkûk û Mûsil ji DAIŞ`ê re hat lihevkirin.

'BEXDA Û HEWLÊR BERPIRSÊN KOMKUJIYA 3`YÊ TEBAXÊ NE'

Rîham Heco daxuyand ku hikumetên Bexda û Hewlêr berpirsên komkujiya li dijî êzidiyan e û got: “Ji ber lihevkirinên li dijî gelê me, vekişîna pêşmergeyan, bi hezaran jinên Êzidî hatin qetilkirin, revandin û koçberkirin. Sibeha 3`yê Tebaxa 2014`an çeteyên DAIŞ`ê ji gundên Xerzerk, Koço, Sîba Şêx Xidir, Rambûsî, (Til Benat), Til Qesab dest bi êrişê kir. Jin û zarok di propaganda êrişên xwe de li herêmên cuda yên Iraq û Sûriyê bi kar anîn.”

Her wiha Rîham Heco, balkişand ser rola Hêzên Parastina Gel (HPG), YPG û YPJ'ê û got: “Şervan û  gerîlayan, bi hawara Şengalê ve çûn û sivîl parastin. Gelê Rojava jî alîkariyên madî û manewî pêşkêşî êzidiyan kirin û ji komkujiyê xilas kirin. Bi saya van hêzan, Êzidî ji tunebûnê hate xilaskirin û armanca dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê pêk nehat ku Êzidî li Şengalê bi temamî tune bikin.''

Têkildarî rola jinên Êzidî Rîham Heco got: “Rakirina çek ji aliyê jinên Êzidî ve, bûyereke dîrokî bû. Jinên Êzidî cihê xwe di qadên şer de girt û bi lehengî şerê DAIŞ`ê li Reqa, Dêrazor kir ji bo tola jinên Êzidî hilînin.”

Rîham Heco diyar kir ku li herêmên Rojhilata Navîn di nav de Şengal, nakokî û şer berdewam in, dem dem dewleta Tirk bi hicetên ne rewa êrişî Şengalê dike.

Rîham Heco ev li gotinên xwe zêde kir: “Em nizanin, gelo dê qirkirineke din li dijî Şengalê pêk were ya na? Her aliyeke amade ye ji bo berjewendiyên xwe qirkirin û komkujiyan li dijî êzidiyan pêk bîne.”

Rîham Heco baweriya xwe bi Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ)  û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) rave kir û wiha anî ziman: “Piştî avakirina YJŞ`ê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), hêvî û baweriya me bi hêzên me hene. Niha civaka Êzidî, xwe dispêre hêzên xwe yên xweser ne mîna berê. Êdî hewldan û planên li dijî wî têne kirin dizanin. Berxwedana yekîneyan nexasim piştî şikandina dorpêça li ser çiyayên Şengalê, dehfeke manewî da yekîneyên parêzvanên parêzgehê.”

'CIVAKA ŞENGALÊ XWE BI XWE, XWE DIPARÊZE'

Li aliyekî din şervana YPJ`ê ku li Şengalê şerê DAIŞ`ê kiriye Sarya Herekol got: “Ji destpêka Şoreşa Rojava ve, me soza parastina gel ji êrişên çeteyên DAIŞ`ê da. Ji ber armanca me şikandina zihniyeta baviksalarî ye ku li ser jinan hatiye ferzkirin.”

Sarya Herekol wiha domand: “Mafê hemû gelên bindest heye ku bi azadî û bi rûmet bijîn, li ser vê bingehê em ketin Şengalê, bi taybet ji bo xilaskirina jinan ji DAIŞ`ê. Sûcên li dijî wan hatine kirin, trajedîk û bi êş bûn. Me ew tehemul nekir. Ew jî dehfek da me ku em tola wan hilînin.”

Piştî rizgarkirina Şengalê di 13`ê Mijdara 2015`an de civaka Şengalê, rêveberiya xwe ya xweser li ser bingeha parastina cewherî ava kir, êdî baweriya wî bi hêzên derve nayê. Tenê xwe dispêre xwe. Di vî warî de Sarya Herekol got: “Şengal xwe bi xwe, xwe diparêze. Ruxmî hewldanên dewleta Tirk hene ku bi hevkariya PDK`ê ewlehiya wê têk bibe û bûyerên berê dîsa dubare bibin. Şengalî wê mîna berê nebin. Êdî tê gihiştine hemû komployên li dijî xwe. Niha li gorî pergala xwe li ser bingeha azadiya jinan û civaka demokratîk dixebitin. Xwe dispêrin civaka exlaq û polîtîk.”

Sarya Herekol diyar kir ku şengalî beşek ji gelê Kurd e ku urf û adetên xwe ji tunebûnê parastiye, ruxmî komkujiyan lê dev ji rêgez, çand û urf û adetên xwe bernedaye. Sarya parastina Şengalê wek erkekî bi nav kir ku divê hemû pêk bînin.

Sarya Herekol îşrat bi planên li dijî civaka Êzidî kir û got: “Hêzên derve her tim hewl didin projeya demokratîk a li Şengalê têk bibin. Ji ber wê, kesayetên welatparêz mîna Zekî Şengalî dikin hedef.”

Di dawiyê de Sarya Herekol got: “Divê cîhan tiştên bi serê êzidiyên li Şengalê hatine, ji bîr neke."

(şx)

ANHA