​​​​​​​Koma Saraya El-Quds bi 100 moşekan bersiva êrişên Îsraîlê da

Baskê leşkerî yê Tevgera Cîhad a Îslamî Saraya El-Quds ragihand ku wekî bersiva kuştina fermadar û kadroyên wê tevgerê, wê zêdetirî 100 moşek avêtine Til Eviv û bajarên Îsraîlê yên nêzî Xezayê.

​​​​​​​Koma Saraya El-Quds bi 100 moşekan bersiva êrişên Îsraîlê da
5 tebax, 2022   20:18
XEZA

Nûçegihanê me ji Xezayê ragihand ku koma Saraya El-Quds, wek bersiva kuştina fermandarê wê yê leşkerî Teysîr El-Caberî, wê gelek bajarên Îsraîlê di nav de Til Evîv û bajarên nêzî Xezayê kirine hedef.

Li gorî çapemeniya Îsarîlê, dengên zengilên hişyariyê li gelek bajarên Îsraîlê û başûrê Til Evîvê bilind bûye.

Nûçegihanê me ragihand ku artêşa Îsraîlê bi domdarî, li dijî baregehên Tevgera Cîhad Îslamî êrişan pêk tîne.

Nûçegihanê me diyar kir di encama êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de, 10 filistînî hatin kuştin di nav de rayedarê mezin ê Saraya El-Quds e ku baskê leşkerî yê Tevgera Cîhad a Îslamê Teysîr El-Caberî heye û 26 kesên din jî birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê destpêkirina operasyoneke leşkerî li dijî Cîhadê Îslamî li Xezayê ragihandibû.

(şx)