Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişa li ser gundê Koran ê Kobanê daxuyanî da

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li gundê Koran ê li ser Kobanê got: "Binpêkirin û êrişên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan ji ber bêdengiya dewletên garantor ên li herêmê, nasekinin."

Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişa li ser gundê Koran ê Kobanê daxuyanî da
4 tebax, 2022   20:14
NAVNDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li gundê Koran ê Kobanê ku di encamê de welatiyek şehîd bû daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku artêşa Tirk a dagirker îro 4'ê Tebaxê li gundê Koran yê li Kobanê yê li ser sînor, Îbrahîm Osman Mistefa dema ku erdê xwe av dida, bi guleyan qetil kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn got, binpêkirin û êrişên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan ji ber bêdengiya dewletên garantor li herêmê, nasekinin.

ANHA