​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li başûrê Sûriyê kiryarên qetilkirin û suîqestkirinê zêde dibin

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa tevliheviya ewlehiyê ya li başûrê Sûriyê, parçebûna di Çarçoveya Hemahengiyê ya Iraqê de û rewşa Lîbyayê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li başûrê Sûriyê kiryarên qetilkirin û suîqestkirinê zêde dibin
5 tebax, 2022   08:10
NAVENDA NÛÇEYAN

‘DI MEHEKÊ TEVLIHEVIYA EWLEHIYÊ YA LI BAŞÛRÊ SÛRIYÊ BÛ SEDEMA QETILKIRINA 82 KESAN’

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Ji ber kiryarên sûîqestkirin û qetilkirinê hîna li herêmên başûrê Sûriyê alozî berdewam dike. Di meha Tîrmehê de 82 kes li herêmên başûrê Sûriyê, Dera, Siwêda û Quneterayê hatin qetilkirin; jê 45 li parêzgeha Derayê, 27 li Siwêdayê û 10 li Quneyterayê. Her wiha sivîl, endamên hêzên rejîma Sûriyê yan jî endamên berê yên komên muxalîf, endamên herêmî yên girêdayî saziyên ewlehiyê piştî peymana lihevkirinê ya 2018’an, bazirgan û kesên hişbirê difiroşin, hatine kuştin.

Li gorî çavkaniyên herêmî yên ji Derayê, sibeha pêncşemê li bajarê Senemên ê li bakurê Derayê di encama pevçûna 2 eşîran a bi çekên giran de kesek hate kuştin û hin kesên din birîndar bûn. Her wiha roja çarşemê jî Samir Şêhan ê ji bajarê Herak ê rojhilatê Derayê ji hêla çekdarên nenas ve hate sûîqestkirin û kuştin. Şêhan yek ji endamên muxalîfê berê bû û bi karê bazirganiya hişbirê li herêmê hatibû tawanbarkirin.”

‘IRAQ: NÎŞANEYÊN PARÇEBÛNA ÇARÇOVEYA HEMAHENGIYÊ’

Der barê rojeva Iraqê de jî rojnameya El-Beyan ev tişt nivîsî: "Vexwendina serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr a li ser pêkanîna hilbijartên nû û hilweşandina Meclisa Nûneran eşkere kir ku parçebûnek di Çarçoveya Hemahengiyê de heye. Ew jî bloka ku tê de Nûrî Malikî û hevalbendên wî tê de hene. Ev yek nîşaneyên têkçûyîna nêrîna siyasî ya ku li ser bingeha Çarçoveya Hemahengiyê hate avakirin. Çarçove, piştî îstîfakirina parlamenterên Tevgera Sedr, bloka herî mezin e.

Muqteda Sedr duh di xîtaba xwe de got: "Bi rêya xebata demokrasî ya şoreşgerî ya aştiyane û xebata hilbijartinên pêşwext piştî hilweşandina parlamentoya niha, dê rûyên kevn tune bin. Me diyalog bi wan re çêkir, lê tiştê bûye gendelî bû. Tu sûd ji diyalogê tune ne, bi taybet piştî gel gotina xwe ya azad kir."

Yekemîn nîşaneyên parçebûnê ku ji Çarçoveya Hemahengiyê derketine, ji serokê Hevbendiya Fetih Hadî El-Amirî bû. Hadî El-Amirî di daxuyaniya xwe de bi awayekî eşkere alîgiriya xîtaba Sedr kir û got: "Em lidarxistina hilbijartinên pêşwext ku Sedr banga wê kiriye, destek dikin. Nexasim jî li hember hilbijartinên berê îtîraz hatin kirin. Pêdiviya vê yekê bi diyalogeke nîştimanî ya giştî heye, da ku soz, mekanîzma û pêdiviyên lidarxistina wê werin pêkanîn û diyarkirin. Her wiha hewayên guncaw ji bo lidarxistina hilbijartinên azad û zelal werin peydakirin da ku welatî bi xebata siyasî bawer bikin."

‘LI BAŞÛRÊ LÎBYAYÊ, JI BER TEQÎNA TANKEREKE PETROLÊ GEL BI HÊRS BÛ’

Girêdayî rewşa Lîbyayê, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Li başûrê Lîbyayê tankereke petrolê teqiya, di encamê de gel bi hêrs bû û welatiyên herêma Fezan bi paşguhkirinê wesif kir û got ji dema hilweşîna rejîma Muemer Qedafî de hikumetên li pey wî di aliyên xizmetguzariyên bingehîn û beşdarbûna herêmê di xebata siyasî de paşguh in.

Çarşemê xwepêşandêrên bi hêrs bûne yên ji malbatên qurbaniyên teqînê avahiya şaredariyê ya Bint Beye girtin û erebeyek li hember şaredariyê şewitandin. Ew yek jî li ser paşxaneya dan û stadina bi karesata teqîna tankera petrolê pêk hat.  Li aliyekî din jî ciwanan herêma "Fecîc" a li ser rêya di navbera Sebha û Obarî de li pêş erebeyên ber bi bîrên petrolê yên li herêmê ve diçin, girt."

(fr)