ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-08-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05-08-2022
4 tebax, 2022   23:00

-Malbenda Heleb a Rewşenbîrî bi navê "Sûriyê bi ku ve diçe" panelê ji bo du rojan li hola Star Lait a herêma Şiqêf li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdan ên bajarê Kobanê bang kirin ku demildest rewşa tendirustiya rêber Abdullah Ocalan were eşkerekirin û ji bo şikandina tecrîdê banga yekitiyê li gelê Kurd kir.

- Partiyên siyasî diyar kirin ku Operasyonê Sondê ya ku QSD'ê ragihandiye dikare istiqrara herêmê diparêze û ji êrişên muhtemel re bibe bersiv. Her wiha anîn ziman ku tevkariya gel a bi hêzên ewlehiyê û yên leşkerî û Rêveberiya xweser wê bi paqijkirina herêmê ji ajanan tacîdar bibe. (BI WÊNE û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa Navçeya Til Rifetê Mihemed Henan anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker beriya civîna Soçî nameyekê dide ku ew ê êrişên xwe li dijî welatiyên Şehbayê dewam bike. Henan destnîşan kir ku bêdengiya civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî û mirovî nîşan dide ku ew bi dewleta Tirk re di rijandina xwîna gelê Sûriyê de hevkar in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dr. Kamûran Berwarî diyar kir piştî helwestên gelê Iraqê êdî dê helwestên hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkerî û êrişên dewleta Tirk ji neçarî bê guhertin. (BI WÊNE).

- Koordînatorê Kombûna Sûriyên Demokratîk a Laîk li Siwêdayê Semîr Ezam, berdewama aloziya li Siwêdayê bi zihniyeta dewleta navendî ve girê da û got, vegera vê rejîmê ji desthilatê dûr e. Semîr Ezam anî ziman ku bijardeya sêyemîn a ku xelkê Siwêdayê pejirandibû, projeyên mêtîngeriyê û komên olî yên tundraw têk birin. (BI WÊNE).

- Nivîskar û rexneger Sati Racî da got,  divê gelên Ereb û Kurd projeyên Osmanî red bikin û anî ziman ku divê redkirin di hemû aliyan de, di serî de qada çandê be. (BI WÊNE).

-Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Minbicê diyar kir ku şêniyên Minbicê zulma DAIŞ'ê ji bîr nake û gora komî ya ku hatî dîtin, hovîtiya wê û asta zulma wê ya li ser şêniyan nîşan dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê Navenda Lêkolînên Kurdî Newaf Xelîl da zanîn ku hêzên zilhêz ji nû ve xwe li Rojhilata Navîn bi cih dikin û bazarî hîna bi dawî nebûne, her wiha sîstema nû ya cîhanê êdî şekil digire. Xelîl daxuyand ku dewleta Tirk jî ji civînên Madrîd û Tehranê tiştê dixwest bi dest nexist û cîhan li benda civîna Soçiyê ye. (BI WÊNE).

CÎHAN Û ROJHİLATA NAVÎN

- Ruxmî ev çend sal in rejîma Omer El-Beşîr hilweşiyaye, lê dîsa jî aloziya Sûdanê dewam dike û di warê siyasî-leşkerî bêaramî heye. Hemwextî wê jî hemwelatî xwepêşandanan li dar dixin. Wê demê rola tima û destwerdanên derve yên di vî warî de çi ye û welat ber bi ku ve diçe? (BI WÊNE).

ANHA