Amirî: Ji bo hilbijartinan pêwîstî bi diyalogeke nîştimanî heye

Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî ragihand ew jî hemfikre li gel daxwaza rêberê Tevgera Sedir a ji bo hilbijartinê. Amirî da zanîn ji bo lidarxistina hilbijartineke azad û zemîneke guncaw, pêwîstî bi goftûgoyeke giştgir û nîştimanî heye.

Amirî: Ji bo hilbijartinan pêwîstî bi diyalogeke nîştimanî heye
4 tebax, 2022   11:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsê, serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî ku beşek ji Çarçoveya Hemahengî, di daxuyaniyeke xwe de got: “Ji bo diyarkirina dem, mekanîzme, pêdawîstî, avakirina zemîneke guncaw ji bo hilbijartinek pak û azad, her wiha vegerandina baweriya welatiyan a bi pêvajoya siyasî , pêwîstî bi diyalogeke nîştimanî û giştgir heye.”

Duh êvarê Serokê Tevgera Sedir Muqteda Sedir peyamek peşkêş kir û banga hilweşandina Parlamentoya Iraqê û hilbijartina pêşwerx a Parlmentoya Iraqê kir.

 

Zêdetirî 9 meh in di ser lidarxistina hilbijartina parlementoya Iraqê re derbas dibe. Lê heta niha aliyên siyasî li ser pêkanîna hikûmetê li hev nekirine. Piştî ku 73 parlementerên Tevgera Sedir îstifaya xwe ragihandin, rewşa Iraqê gihişt astek cûda û metirsiya pevçûnên nava aliyên Şîe derketiye.