​​​​​​​4 leşkerên hikumeta Şamê di êrişa DAIŞ`ê de hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ`ê êrişî baregeheke hêzên hikumeta Şamê ya li çolistana Sûriyê kir, di encamê de 4 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.

​​​​​​​4 leşkerên hikumeta Şamê di êrişa DAIŞ`ê de hatin kuştin
4 tebax, 2022   10:34
 NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên DAIŞ`ê êrişî baregeheke hêzên hikumeta Şamê ya nêzî birceke Syriatel a li herêma Mehir a nêzî herêma Hecar a çolistana Sûriyê kir. Di êrişê de 4 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin, hin jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku komeke çeteyên DAIŞ`ê ji herêma Şair derbas bûne û êrişî baregehê kirine.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî ragihand ku karwanekî leşkerî yê hêzên hikumeta Şamê êvara 2`yê Tebaxê nêzî gundê Teyas ê çola Humsê, rastî êrişa çekdarên nenas hatiye.

Karwanê hêzên hikumeta Şamê ji 3 erebeyan pêk dihat û li nêzî 2 bendên kontrolê yên girêdayî komên ser bi Îranê ve, bi rê ketibû.

Di encama êrişê de birîndar çêbûn. Birîndar rakirin navendeke tenduristiyê ya li hundirê Stasyona 4`emîn, piştre ew rakirin Nexweşxaneya Leşkerî ya Humsê.

(cx)