Elî Turkî: Tevgera Sedr bi pêvajoya siyasî bawer nake

Parlementerê Çarçoveya Hemahengî Elî Turkî da zanîn ku di kabîneyên berê yên hikûmeta Iraqê de Tevgera Sedr hebû, lê wan kabîneyan nekarîn pêvajoyeke siyasî ya bi hêz pêk bînin. Ji bona wê nabe careke din li gel Sedr hikûmeteke lewaz were avakirin.

Elî Turkî: Tevgera Sedr bi pêvajoya siyasî bawer nake
4 tebax, 2022   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnewsê, diyar kir ku parlementerê Çarçoveya Hemahengî Elî Turkî têkildarî rewşa Iraqê û helwesta Sedr a ji bo jinûve lidarxistina hilbijartinê axivî.

Di destpêkê de Elî Turkî da zanîn Tevgera Sedr gihiştiye wê rastiyê ku nabe hikûmetek li gel Sedr were avakirin û baweriya wê jî bi pêvajoya siyasî tune ye.

Di dewamê de Elî Turkî destnîşan kir Sedr xwediyê ezmûnek binkeftî ne, her wiha salên 2006, 2010 û 2014’an wek mînak nîşan da û diyar kir wê demê jî Sedr dest ji pêvajoya siyasî berda û muxalefetbûnê hilbijart.

Her wiha Elî Turkî got: “Hemû kabîneyên ku Sedr tê de beşdar bûn, ji bo têkdana pêvajoya siyasî bûn, ne ji bo avakirina pêvajoyek li ser bingehê demokrasiyê bû ku desthilat tê de pişta xwe bi aştiya sivîlan girê bide.”

Der barê pêşniyara Sedr a ji bo jinûve hilbijartina parlementoyê jî parlementerê Çarçoveya Hemahengî Elî Turkî got, “Bi ti awayek em ji namzetiya Mihemed Şia Sudanî ya ji bo serokwezîrtiyê gav şunde navêjin. Em ê di hewldanên ji bo avakirina hikûmeta nû de berdewam bin.”

Piştî ku di 10’ê Cotmeha 2021’an de hilbijartina pêşwext a parlementoyê hat lidarxistin, Tevgera Sedr bi hevkariya PDK’ê û beşek aliyên Sune ragihand ku ew ê hikûmetek nîştimanî û piranî ava bike. Lê ji ber temamnebûna rêjeya yasayî ya rûniştina parlementoyê, nekarî serokkomar hilbijêre û hevpeymaniya wan hilweşiya.

Piştre jî li ser daxwaza Muqteda Sedr 73 parlementerên wî istifaya xwe ragihandin. Piştî diyarkirina namzetê Çarçoveya Hemahengî ya ji bo serokwezîrtiyê jî alîgirên Tevgera Sedr dest bi xwepêşandanan kirin.