​​​​​​​Êzidiyên Helebê şehîdên fermanê bi bîr anîn

Yekitiya Êzidiyan a Helebê ji bo bîranîna şehîdên fermana 3'yê Tebaxê meşek li dar xist.

3 tebax, 2022   18:50
HELEB

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqûd û Eşrefiyê li ber avahiya Yekitiya Êzidiyan a li beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqûsdê kom bûn û wêneyên rêber Abdullah Ocalan û qurbaniyên fermana Şengalê hildan.

Meş ji ber avahiya yekitiyê ber bi Çerxerêya Destîna ya li beşê rojhilat ê taxê ve dewam kir.

Li çerxerêyê deqeyek rêz hat girtin. Ji rêveberên Yektiya Jinên Êzidî Ranya Cafer fermana 3'yê Tebaxê şermezar kir û got, ne ji xiyaneta PDK'ê bûya ev ferman li dijî êzidiyan pêk nedihat.

Ranya Cafer anî ziman ku armanc ji van êrişan qirkirina civaka Êzidî, tunekirina nasname û çanda wan e, her wiha şikandina îradeya jinên Êzidî bû.

Ranya Cafer diyar kir ku bi saya YPG û YPJ û gerîlayên azadiyê Şengal ji çeteyên DAIŞ'ê hat rizgarkirin.

Berdevka Meclisa Jinana a Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fatima Îbo jî destnîşan kir ku fermana li ser Şengalê bi lihevkirineke navneteweyî û herêmî, di serî de dewleta Tirk û hevkariya PDK'ê pêk hat.

Fatima Îbo anî ziman ku divê PDK'ê piştî ku ji Şengalê reviya û civaka Êzidî di pencên çeteyan de hiştin, serweriya xwe li ser Şengalê ferz neke.

Fatima Îbo diyar kir ku ji destpêka rizgarkirina Şengalê ve, dewleta Tirk ji bo tola binkeftina DAIŞ'ê hilîne êrişî Şengalê dike û got, berxwedana êzidiyan û kombûna wan li derdora hêzên xwe yên parastinê, planên dewleta Tirk têk birin.

Di dawiyê de diruşmeyên silavkirina berxwedana Şengalê hatin berzkirin.

ANHA