​​​​​​​Di salvegera fermanê de semînerek li Qamişlo hat dayîn

Ji bo bîranîna qurbaniyên Komkujiya Şengalê Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê semînerek bi navnîşan ''Komkujiya Şengalê rûpeleke reş di dîroka mirovahiyê de ye û berdewamkirina komkujiyê berpirsyariya her kesî ye" li Qamişlo da.

​​​​​​​Di salvegera fermanê de semînerek li Qamişlo hat dayîn
3 tebax, 2022   19:42
QAMIŞLO

Desteya Çandî ya Herêma Cizîrê semînera bi navnîşan ''Komkujiya Şengalê rûpeleke reş di dîroka mirovahiyê de ye û berdewamkirina komkujiyê berpirsyariya her kesî ye"  li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li Qamişlo da. Gelek şênî û rewşenbîr tev li semînerê bûn.

/ar/uploads/files/2022/08/03/191548_img_0071.webp

Helbestvan û nivîskar Ciwan Hemê semînerek têkildarî komkujiya li dijî êzidiyan li Şengalê da ku sala 2014`an ve bi destê DAIŞ`ê pêk hatiye, da. Hemê di helbesta xwe de, îşaret bi azarên gel û komkujiyên li dijî gel pêk hatine û sûcên dermirovî yên li dijî jinan û zarokan tên kir.

Piştre beşdaran mijara semînerê nîqaş kir.

(şx)

ANHA