​​​​​​​Aktîvîsta brîtanî Margaret Owen Obe ji ber şehadeta hersê jinên fermandar peyamek da

Aktîvîst û parêzerê mafên mirovan a brîtanî Margaret Owen Obe ji ber şehadeta hersê jinên fermandar Jiyan Tolhildan, Barîn Botan û Roj Xabûr peyamek weşand û got: ''Em tu carî navê wan ji bîr nakin. Wê ev axaftin,raman, xîtab, kar û xebatên wan heta dawiyê mayînde bibe. Ji ber ku ew hêvî didin da ku hemû jinên cîhanê ji bo azadî û wekheviyê têkoşîn bikin û li ber xwe  bidin.''

​​​​​​​Aktîvîsta brîtanî Margaret Owen Obe ji ber şehadeta hersê jinên fermandar peyamek da
3 tebax, 2022   18:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Aktîvîst û parêzerê mafên mirovan a brîtanî Margaret Owen Obe ji ber şehadeta hersê jinên fermandar Jiyan Tolhildan, Barîn Botan û Roj Xabûr. Aktîvîst komkujiyên ku dewleta Tirk pêk tîne şermezar kir û bang ku divê serokê Tirk di asta navneteweyî de were darizandin.

Peyama Margaret Owen OBE wiha ye: 

'' Xwişkên delal ên YPJ û YAT’ê

Hemû jinên cîhanê û mirovên navdar ji ber vê windaya we ya mezin şok derbas kirin. Em ev komkujiya ku dewleta Tirk pêk anî şermezar dikin.

Min belge fîlma ku li ser jiyana Şehîd Jiyan hatibû çêkirin, bi keyfxweşî temaşe kir. Min xîtaba wê ya xweş û bi bandor a ku di konferansa jinên Rojava de jî guhdar kir. Tişta ku herî zêde bandor li me kir û êşand jî piştî  van axaftinan bi demeke kurt şehîdbûna Jiyan a li gel hevalên xwe Roj û Barîn e.

Em tu carî navê wan ji bîr nakin. Wê ev axaftin,raman, xîtab, kar û xebatên wan heta dawiyê mayînde bibe. Ji ber ku ew hêvî didin da ku hemû jinên cîhanê ji bo azadî û wekheviyê têkoşîn bikin û li ber xwe  bidin.

We di nava van 40 salan de û bi taybet jî ev 10 salên dawî de têkoşîn kir û li ber xwe da. Em ji DY ji malbatên van lehengan re heskirineke mezin dişînin. Em bi hêvîne ku bîranên wan bimînin heta dawiyê. Tevgerên jin ên cîhanê li hemberî we bi hûrmet in, heta niha jî hindek ji wan rêxistinan li hemberî feraseta baviksalarî û civaka cinsiyetparêz a ku li ser wan tê ferzkirin, têkoşîn dikin.

Me ev name li ser 56 rêxistinên jinên Rojava belav kiriye. Me ji we pir tecrûbe qezenc kir. Mînaka we ya civakek wekhev ne tenê  ji bo Rojhilata Navîn e, ji bo  hemû civakên ku  jin tê da tê qetilkirin û di nava civak û malbat xwe de rastî tundiyê tê pêkan e. We rê ji bo wekheviyek rast a di navbera her du zayendan de vekir. We roleke mezin da jinê, we rêya demokrasî, edalet û aşîtiyê ronî kir. Di çarçoveya du serdanên min ên kurt de, bîranînên min yên zîndî heye. Ez pir dixwazin dîsa werim Rojava da ku ji bo gelek tiştên din ji we fêr bibim û bikaribin heqîqetê belav bikim.  Li kêlaka vê jî ez dixwazim, bibînim  Serokê Tirkiyê yê ku jiyana van fermandarên pêşeng bi dawî kiriye, di asta navneteweyî de ji ber sûcên xwe yên şer divê were darizandin û were ceza kirin. Ez bi soza xwuşkîtiyê we hemûyan yek bi yek hembez dikim û  piştgiriya ku ez didim we wê tu car ne raweste.''