Komxebata Yekemîn a Wênesazên Pêşerojê bi dawî bû

Navenda Çand û Hunerê ya Tebqa, Komxebata Yekemîn a Wênesazên Pêşerojê ya bi diruşma "Giyanek li ser lênûsekê" bi dawî kir ku 3 rojan li hola navendê hatibû lidarxistin.

Komxebata Yekemîn a Wênesazên Pêşerojê bi dawî bû
2 tebax, 2022   14:16
TEBQA

Di komxebatê de, wêneyên ku zarokan xêz kirine û berhemên hunerî hatin pêşandan.

Di roja dawîn a komxebatê de, endamê Navenda Çand û Hunerê Amir El-Enad axivî û bi rxistihatina beşdaran kir.

Her wiha hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqa Elî El-Eleya axivî û bidawîbûna komxebatê li beşdaran pîroz kir û got, komxebat rolek di diyarkirina behreyên zarokan de lîst.

El-Eleya wiha domand: “Ez serkeftinê ji wênesazên pêşerojê re dixwazim û hêvî dikim ku behreyên xwe berdewam bikin da ku nifşeke afrîner di şêwekariyê de bê avakirin.”

Di pêşangehê de wêneyên zarokên ku tev li komxebatê bûne, hatin pêşandan.

Her wiha koma Beraêm El-Firat a Tebqa ya hunerên gelêrî û folklorî berhemên xwe pêşkêş kirin.

Di dawiyê de Komîteya Çand û Hunerê zarok û mamosteyên wan xelat kirin.

Di komxebatê de 25 zarokên ku temenên wan di navbera 6 heta 16 saliyê de bûn, beşdar bûn

(şx)

ANHA