​​​​​​​Tevgera Sedr bang li alîgirên xwe kir ku ji parlamentoyê derkevin

Wezîrê Sedr Salih Mihemed Iraqî bang li xwepêşandêr û alîgirên xwe kir ku ji avahiya parlamentoya Iraqê derkevin û li derdora wê grevê dewam bikin.

​​​​​​​Tevgera Sedr bang li alîgirên xwe kir ku ji parlamentoyê derkevin
2 tebax, 2022   14:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Salih Mihemed Iraqî ku weke wezîrê Sedr tê naskirin li ser hebasê xwe yê twîttirê bang li xwepêşanderên li avahiya Parlamentoya Iraqê yên di grevê de ne kir ku ji avahiyê derkevin û 72 saetan li ber parlamentoyê û derdora wê greva xwe bidomînin.

Salih Mihemed destnîşan kiriye ku mayîna xwepêşandanan ji bo bidestxistina daxwazên xwe gelek girîng e û got ku divê xwepêşandan li gorî qonaxan werin organizekirin.

Mihemed ragihand ku wê nimêja înê ya yekgirtî li Bexda, Kut, Babil, Kerbela û Necefê bikin.

Salih Mihemed di dawiyê de eşkere kir ku di projeya avakirina lijneyek xwepêşandêran a ji bo birêxistinkirina nerazîbûnan û agahdarbûna ji hemû pêwîstiyê wan in.