Yekitiya Jinên Êzidî: Têkoşîna jinan dê heta rizgarkirina hemû jinên êzidî berdewam bike

Yekitiya Jinên Êzidî ya herêma Cizîrê di semînerekê de şehîdên fermana 3'yê Tebaxê bi bîr anîn û destnîşan kirin ku têkoşîna jinan heta rizgarkirina hemû jinên Êzidî yên revandin Tirk berdewam e.

Yekitiya Jinên Êzidî: Têkoşîna jinan dê heta rizgarkirina hemû jinên êzidî berdewam bike
2 tebax, 2022   14:11
QAMIŞLO

Yekitiya Jinên Êzidî ya herêma Cizîrê,  salvegera 8`an Fermana 3'ê Tebaxê ya li Şengalê li nivîsgeha xwe ya li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo semînerek da.

Di semînerê de endama rêveber a Yekitiya Jinên Êzidî Hediye Şemo axivî û şehîdên fermana 3'yê Tebexa 2014'an a li dijî civaka Êzidî ya Şengalê bi bîr anîn û destnîşan kir ku civata êzidî bi gelek ferman û komkujiyan re rû bi rû maye, armanc jî tunekirina ol, bawerî û dîroka wan e.

Hediye Şemo daxuyand ku tevî hemû fermanan, êzidiyan hîna bi ola xwe ve girêdayî ye û wiha domand: “Sala 2014`an fermaneke din li dijî êzidiyan li Şengalê bi destê çeteyên DAIŞ`ê û hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pê hat. PDK`ê pêşmergeyên xwe ji herêmê kişand û Êzidî bi tenê bê parastina hişt. Di encama wê fermanê de bi hezaran Êzidî şehîd bûn, hatin revandin, mal û milkên êzidiyan wêran bûn.”

Hedye Şemo îşaret bi rola jinên êzidî kir û got: “Jinên Êzidî li ser bingeha baweriya bi fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin kir, tev li têkoşînê bû û li rex gerîla li dijî DAIŞ`ê şer kir heta ku Şengal ji terorê rizgar kir û şênî vegerîn warên xwe.”

Di dawiyê de Hediye Şemo êrişên domdar ên dewleta Tirk li dijî êzidiyên li Şengalê şermezar kir  û got: “Dagirkeriya Tirk civaka Êzidî û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef, tenê ji bo ku DAIŞ`ê li herêmê vejîne. Heta rizgarkirina hemû jinên Êzidî ji destê DAIŞ`ê û dagirkeriya Tirk wê têkoşîna jinên Êzidî dê berdewam bike.”

(şx)

ANHA