Şêniyên Qamişlo sersaxî dan malbata şehîd Ehmed El-Meşan

Bi sedan şêniyên navçeyên Girêkê Legê, Dêrik û Çilaxa sersaxî ji malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed El-Meşan re xwestin, ku li Girkê Legê di erka xwe de şehîd bû.

Şêniyên Qamişlo sersaxî dan malbata şehîd Ehmed El-Meşan
2 tebax, 2022   12:21
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyan berê xwe da konê sersaxiyê yê ku li gundê Erûr El-Ereb ê girêdayî navçeya Girkê Lagê ya kantona Qamişlo ku li ber mala şehîd Ehmed El-Meşan hate vedan.

Di merasima sersaxiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê Mehmûd Ehmed axivî û got: “Em ji şehîdên xwe yên leheng fêrî têkoşîn û berxwedanê bûn, îro jî em li ser şopa wan vê têkoşîna xwe heya xwegihandina azadî û serkeftinê didomînin."  

Ji aliyê xwe ve ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mihyedîn Xêrkî bal kişand ser armancên dagirkeriya Tirk ji êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha got: "Armanc ji êriş û gefên Tirkiyeyê ew e ku hevkarî û hevgirtina di navbera pêkhateyan de xirab bike. Her wiha ewlehî û aramiya li herêmê têk bibe."

Mihyedîn Xêrkî fedakariya şêniyên gundê Erûr Rl-Ereb nirxand û got: "Ev gund ji bo parastina ewlehî û aramiya herêmê bi dehan şehîd dane. Pêwîste em rêya şehîdan bişopînin û asta têkoşînê bilind bikin da ku em bighêjin serkeftinê."

Merasîma sersaxiyê bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

Bi dehan şêniyên gundê Erûr El-Ereb (6 km dikeve başûrê navçeya Girgê Legê) tev li refên hêzên leşkerî û ewlekariyê bûne. Di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji bo parastina destkeftiyên şoreşê 12 şehîd dan, şehîd Ehmed El-Meşan ku di hefteya derbasbûyî de şehîd bûbû yek ji wan şehîdan e.

ANHA