Kongra Star qurbaniyên Komkujiya Şengalê bi bîr anîn

Meclisa Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê qurbaniyên Fermana 3`yê Tebaxê ya li djiî Êzidiyên Şengalê bi bîr anîn û bang li NY, YE û civaka navneteweyî kir ku Rêveberiya Xweser a Şengalê nas bikin.

Kongra Star qurbaniyên Komkujiya Şengalê bi bîr anîn
2 tebax, 2022   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya salvegera 8`emîn a Komkujiya Şengalê daxuyaniyeke nivîskî parve kir.

Daxuyaniya Meclisa Kongra Star bi vî rengî ye:

“Wekî Meclisa Kongra Star a Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê em komkujiyê qirkirinê ya li dijî Êzidiyên Şengalê ya 3`yê Tebaxa 2014`an, şermezar dikin. Çeteyên DAIŞ`ê bi desteka dewleta Tirk xwestin koka gelê Kurd ê resen biqelînin, wan zêdetirî 5 hezar jin revandin û hîna jî aqûbeta geekan ji wan nayê zanîn, bi hezaran jin, kalmêr û zarok jî li pêş çavên cîhanê hatin kuştin.

Komkujiya ku li dijî civaka Êzidî pêk hat, bi lihevkirinên plankirî û piştevaniya yekser a hevalbendên çeteyên DAIŞ`ê yên herêmî û navneteweyî û di serî de dewleta Tirk û bi hevkariya PDK`ê û hin aliyên din, pêk hat.

Di salvegera 8`emîn a vê komkujiyê de, em hemû şehîdên komkujiyê bi rêzdarî bi bîr tînin. Ev komkujiya ku DAIŞ`ê di 3`yê Tebaxa 2014`an de kirî û civaka êzidî wekî fermana 73`an bi nav dike, berdewamiya komkujiyên di dîrokê de li dijî gelê Êzidî pêk hatine bû. Armanc jê qirkirina Êzidiyan û tunekirina dîrok û çanda wan bû. Ji lew re, fermana 73`an di dîrokê de fermana herî mezin li dijî Êzidiyan e. Lê ruxmî ku bi dehan komkujî û ferman li gelê Êzidî rabûne, ew hîna li ser xaka xwe ne û hebûn, çand û baweriya xwe diparêzin.

Di salvegera komkujiyê de hikumetên Iraqê û Herêma Kurdistanê ji bo parastina Êzidiyên Şengalê tiştek nekirin. Rêveberiya Xweser a Şengalê encama fedekariyên keç û xortên Êzidiyan bû, yên ku ji ber rêxistina terorîst û komkujiyên di dîrokê de li dijî wan pêk hatine, gelek êş û azar kişandin.

Em bang li NY, YE û civaka navneteweyî dikin ku qirkirina li djiî Êzidiyan di 3`yê Tebaxa 2014`an de pêk hatî nas bikin, her wiha Rêveberiya Xweser a Şengalê nas bikin.”