Servîsa kurdî ya Navenda Kurdî ya Lêkolînan dest bi weşanê kir

Navenda Kurdî ya Lêkolînan (NKL) dest bi weşana servîsa xwe ya kurmancî kir.

Servîsa kurdî ya Navenda Kurdî ya Lêkolînan dest bi weşanê kir
2 tebax, 2022   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN

NKL ku di sala 2014`an de hatiye avakirin, saziyeke serbixwe ya lêkolînên siyasî, aborî, civakî û stratejîk ên têkildarî Rojavayê Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê ye.

NKL`ê heta niha bi zimanê erebî weşana xwe dikir, lê ji îro û pê ve dest bi weşana servîsa  kurmancî jî kir.

Têkildarî mijarê NKL`ê li ser hesabên xwe yên torên civakî daxuyaniyek belav kir û tê de destpêkirina servîsa kurmancî ragihand.

NKL`ê di destpêkê de bal kişand ser bandora şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya li ser zimanê kurdî û wiha diyar kir: “Li Rojavayê Kurdistanê zimanê kurdî asta xwendin û nivîsandinê derbas kir û bi rêya hînkirinê bû zimanê jiyan û zanistê û bi sed hezaran zarok her sibe berê xwe didin dibistanên bi kurdî. Êdî xewna Celadet Bedirxan û tevahî rewşenbîr û têkoşerên Kurd pêk hat û vê yekê bandoreke mezin li gelê Kurd ê li her çar parçeyên Kurdistanê kir." 

NKL`ê ragihand ku ew hewl dide bi rêya lêkolînên xwe, xwe bigihîne hemû malên Kurdan û wiha dewam kir: “Piştî kedeke mezin ku ev çend meh in dewam dike, me bi dehan lêkolîn û gotarên girîng ên der barê Kurdistanê û tevahiya cîhanê de amade kirin û êdî li ber destê xwendevanên Kurd in. Êdî em ê hemû lêkolînên girîng ên der barê rewşa herêmê û nexasim Rojavayê Kurdistanê de bi awayekî zanistî û bi kurdî amade bikin."

Navnîşanên NKL’ê ev in:

Malper: https://nlka.net/ku/

Facebook: https://www.facebook.com/Navenda-Kurd%C3%AE-ya-L%C3%AAkol%C3%AEnan-101483982652022

Twitter: https://twitter.com/nlkurdi